Ji NÇM’ê ‘Tenbûrxane’ 2024-04-13 11:42:16     STENBOL - NÇM’ê bi tevlibûna gelek beşdarên ji Ewropa, Kurdistan û Tirkiyeyê atolyeya tembûrê li dar xist.   Li Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) bi rêveberiya muzîkjen Cemîl Qoçgirî atolyeya tembûrê hat lidarxistin. Ji Ewropa, Kurdistan û Tirkiyeyê gelek kes tev li atolyeyê bûn û atolye sê rojan dom kir. Muzîkjen Cem Dost Îlerî jî di roja dawî de tev li atolyeyê bû.    Qoçgirî têkildarî armanca atolyeyê axivî û got ku seknekî li dijî qirkirina çandî ye û dixwazin têkoşîna xwe bidomînin. Atolye, bi guhdarîkirina lawje û muzîkê bi dawî bû.