Sînemagerên jin: Jin jiyan azadî

  • 11:16 29 Îlon 2022
  • Çand û Huner
 
STENBOL - Li Tirkiyeyê jinê sînemager bi vîdeoya amade kirin piştgirî dan jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê. Jinan bi hev re gotin:"Jin, jiyan, azadî."
 
Di 14'ê Îlonê de li Tehrana Îranê Jîna Mahsa Amînî ji aliyê "polîsên exlaq" ve bi şidetê hat qetilkirin. Li dijî vê yekê serhildana bi pêşengiya jinê dest pê kir û hîn dewam dike. Jinên Tirkiyeyî bi navê “Stand with Women of Iran – Turkey” li ser hesabê medyaya dîjîtal peyamên piştigiriyê ji bo jinên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê parve dikin. Jinên sînameger jî di vê çarçoveyê de bi vîdeoya parve kirin piştgirî dan. 
 
Jinan bi zimanê Kurdî, Farisî, Tirkî, Îngilizî, Îtalî, Elmanî, Îspanyolî da zanîn ku ew li gel Jîna û hemû jinên li Îranê ne. Her wiha di vîdeoyê de gotina Jin jiyan azadî tim tê gotin.