Koma Ma dê ji bo HDP'ê bistirê

  • 11:50 29 Çile 2023
  • Çand û Huner
 
AMED - Koma Ma’yê ragihand ku dê konsera xwe ya li Amedê ji bo piştevaniya bi HDP’ê re bidin. 
 
Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ji bo hesabên alîkariya xizîneyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) biryara bloqekirinê dabû. Piştî vê biryarê, HDP’ê kampanyaya “Xizîneya me gelê me ye” dabû destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de gel alîkariyeke mezin da partiyê û ev alîkarî hêj didome. Şanogerên kurd jî ji bo piştgirî û piştevaniya bi HDP’ê re bernameyên xwe diyarî HDP’ê kiribûn. Peyameke piştevaniyê jî ji hêla Koma Ma’yê ve hate dayîn. Koma Ma’yê ragihand ku dê konsera xwe ya di 1’ê sibatê ya li Amedê ji bo piştevaniya bi HDP’ê re bidin. 
 
Koma Ma’yê li gel ku cara yekê ye li Enqere, Stenbol û Îzmîrê konser da, eleqeyeke mezin dît. Li gorî bernameyê, dê di 30-31’ê çileyê û di 1’ê sibatê de li Amedê konser bên dayîn.