Ji ber sir û sermaya zêde li Afganistanê 150 kes mir 2023-01-26 11:23:22     Ji ber sir û sermayê li Afganistanê 150 kes mir. Berdevkê Wezaretata Têkoşîna Li Dijî Bobelatan a Efganistanê Shafîûllah Rahîmî diyar kir ku ji ber sermayê heta niha 157 kes  mirine û 70 hezar heywanên ji bo xwedîkirinê jî mirar bûne.   Li gorî saziyên alîkariyê nîvê welat birçî ye û 4 milyon zarok nikarin têr xwarinê bixwin.   Li hinek derên Efganistanê germahiya hewayê dadikeve -33 dereceyan.