Jinên Mexribê li dijî kuştina sîvîlan daketin qadan 2023-10-16 15:23:59     NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Mexribê ji bo protestokirina êrîşên Îsraîlê yên li dijî sivîlên li Şerîda Xezayê meşiyan. Di meşa protestoyê de jinan gotin ku Îsraîl bi guhnedana peymanên navneteweyî sûcê şer kiriye û bang kirin ku dawî li kuştina sîvîlan were.   Pevçûna Îsraîl û Filistînê kete roja xwe ya 10'emîn. Li gelek welatan hedefgirtina sivîl û qadên jiyanê yên li Şerîda Xazeyê, hatin protestokirin. Yek ji cihên ku xwepêşandan lê hatin lidarxistin Mexrib e.   Li Rabata Maxrib bi hezaran kes li hev civiyan û êrîşên Îsraîlê yên li dijî sivîlan şermezar kirin. Jinên beşdarî meşê bûn diyar kirin ku Îsraîl bi sûcên şer peymanên navneteweyî binpê dike û ji bo rawestandina êrîşên li dijî sivîlan, rakirina dorpêça li ser Xazê û vegerandina av, gaz û ceyranê banga destwerdana lezgîn kirin.