Ji ber serê xwe negirt hat girtin 2023-10-18 15:49:49     WAN - Li Tebrîzê jinekê ji ber serê xwe negirt bi êrişa peywirdarên li ser motosikletê rû bi rû ma. Piştre jî hat girtin.    Li Tebrîzê jinekê ji ber serê xwe negirt bi êrişa peywirdarên li ser motosikletê rû bi rû ma. Kesên derdorê êriş bi kamerayên xwe kişandin, dîmenê êrişê li ser medyaya dîjîtal hat parvekirin. Di dîmenan de jina êriş lê hatiye kirin diqêre û bertekê nîşanî rewşê dide.    Hat hînbûn ku piştre polîsan li jina ku serê xwe negirtiye xistine û ew girtine.