Li Kenyayê bi hezaran jin li dijî tundiyê meşiyan 2024-01-28 19:08:12       NAVENDA NÛÇEYAN - Li paytexta Naîrobî ya Kenyaye bi hezaran jin li dijî tundî û qetilkirina jinan a demên dawî de zêde bûye meş pêk anîn.   Li Kenyayê mehên dawî de qetilkirina jinan zêde bûye. Li dijî vê bi hezaran jin li welat derketin kolanan û meşiyan. Jinan li paytext Naîrobî meş pêk anîn û pankarta ‘kuştinên jinan rawestînin’vekirin.   Nûnera Jinan a Naîrobî Esther Passarîs axivî û bang li serokwezî Wîllîam Ruto kir û got li dijî qetilkirina jinan bêdeng nemînin. Esther daxuyakirin ku hewce bi yekitiya jinan a li welat heye û di vê mijarê de hewce bi piştgiriya serokwezîr heye.   Li gorîrketa Odîpo Dev, li Kenyayê ji Çileya 2016’an heta Kanûna 2023’an herî kêm 500 jin hatine qetilkirin.