Li Venezûelayê lehî rabû

  • 11:53 29 Îlon 2022
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Venezûelayê ji ber barana zêde ya ku ev du hefte ne dewam dike, lehî rabû: herî kêm 10 kes mirin, 3 kes jî winda ne.
 
Li Venezûelayê ev du hefte ye baraneke dijwar dibare. Herî dawî cenazeye ciwanekî 18 salî di nav ava herikbar a çemê La Vega ya eyaleta Lara hat dîtin. Rayederan hêj bîlançoya fermî eşkere nekirine, lê medyaya herêmî ragihand ku baran ji 23 eyaletan herî kêm li 7 eyaletan bû sedema rabûna lehîyê.
 
Cenazeyê zarokekî 11 salî yê ku di 11'ê Îlonê de li paytext Caracasê di çem de winda bûbû roja yekşemê jî hat dîtin. Li gorî medyaya herêmî di lehiyê de heta niha 10 kes mirine, 3 kes jî winda ne.
 
Ji serê salê û vir ve, li Venezûelayê cara yekem e ku di dîroka xwe de ewqas baran lê dibare. Ev şert û mercên hewayê bi diyardeya xwezayî ya El Nîna ve girêdayî ne.
 
El Nîna bi sarbûna beşek ji ava li Pasîfîkê rû dide ku bandorê li avhewaya li hin herêmên cîhanê dike.
 
Li gorî Neteweyên Yekbûyî, La Nîna ku li Afrîkayê sedema qiwatiyê ye, îsal wê heta dawiya salê dewam bike.