Li Hindistanê wê jin bikaribin heta hefteya 24'an kurtajê bikin

  • 12:06 30 Îlon 2022
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Dadgeha Bilind a Hindistanê da zanîn ku hemû jinên li welat dikarin heta hefteya 24'an kurtajê bikin.
 
Dadgeha Bilind a Hindistanê ragihand ku jinên nezewicî jî di nav de hemû jin heta hefteya 24'an dê karibin kurtajê bikin. Biryara dadgehê li ser parêznameyekê ku dixwest li qanûna kurtajê ya 2021'ê ku hemû jinan nedihewand û komên cuda lîste dikir, biguherîne bû.
 
Hemû jinan dihewîne
 
Di biryara dadgehê ku diyar kir zewicî yan jî nezewicî mafê hemû jinan e ku bi rengekî ewle û qanûnî kurtajê bikin de hat gotin ku dervehiştina jinên bekar ên ji ber têkiliya xwe "li dijî destûra bingehîn" e. Li Hindistanê kurtaj ji sala 1971'ê û vir ve qanûnî ye, lê belê bi nava salan re rayedaran li ser mijara kurtajê pîvanên tund danîn û vê yekê jî li welêt rêjeyeke çewt a zayendî bi xwe re anî. Hîndî bi giranî zarokên mêr ji zarokên keç bêhtir tercîh kirin.
 
Hikumeta Hîndistanê, par ji bo jin di hefteyên 20-24'an de kurtaj bibin, Qanûna Bidawîkirina Tipî ya Ducaniyê (MTP) guhert. Di lîsteyê de jinên ku mexdûrên destavêtin, zarok, jinên astengdarên mejî û jinên di pêvajoya ducaniyê de rewşa xwe medenî guhertine jî cih digirtin. Dadgeha ji sê dadgeran diyar kir ku rewşa medenî ya jinekê nabe ku bibe hincet ku ji mafê xwe yê ducaniyeke nayê xwestin bêpar bê hiştin.