Ji sedsala 19’an heta îro: Di çapemeniya azad de televîzyon (4)

  • 09:03 30 Hezîran 2022
  • Dosya
Oznur Deger
 
ENQERE - Ji Med Tv ku di kevneşopiya Çapemeniya Azad de di qada televîzyonê de ya yekem bû, heta îro gelek kanal hatin girtin û bi zextan re hatin rû hev. Dîsa televîzyona kurd îro hîna her diçe mezin dibe.
 
Dîroka nivîskî ya Çapemeniya Kurd xwe dispêre sedsala 19’an. Çapemeniya Kurd ku bi dehan rojname û kovarî pêşxistina zimanê kurd kir hedefa xwe piştî salên 90’î  polîtîkayên qetilkirin û windakirinê yên li hember kurdan derxist holê û nasnameya Çapemeniya Azad derxist holê. Ji qetilkirina Mûsa Anter û şûnde bi sedan rojnamegerî mîrate dewr girtin û kevneşopiya çapemeniya azad didomînin. Di salên 90’î de gelek rojnameger hatin qetilkirin û windakirin. Di rojên borî de di 16’ê hezîranê de daraza AKP-MHP’ê 16 rojnamegerên kurd girtin.
 
Girtina rojnamegerên kurd zext û şîdeta ji dîroka Osmanî heta Komarê û heta salên 90’î ya li hember Çapemeniya Azad a Kurd anî hişê mirovan. Me jî ji duh heta îro der barê çapemeniya azad de dosyayek amade kir. Di beşa çaran a dosyayê de em yek ji lingên girîng ya kevneşopiya Çapemeniya Azad televîzyongeriyê digirin dest.
 
Di çapemeniya azad de televîzyona yekem: Med Tv
 
Ji dema Osmanî heta komarê ji wir jî heta salên 90’î kanala yekemîn ya kurdan di 15’ê hezîrana 1995’an de li London a Îngîlîstanê Med Tv hat avakirin. Lîsansa Med Tv li ser daxwaza Tirkiyeyê di 23’yê nîsana 1999’an de hat betalkirin. Med Tv ya dîsa hat avakirin ji aliyê Fransayê ve hat girtin. Sala Med Tv hat girtin Roj Tv li Danîmarkayê dest bi weşanê kir. Tirkiyeyê ji ber Roj Tv gelek zext li Danîmarkayê kir û di 2013’yan de bû sedema girtina kanalê. Piştî Roj Tv, Nûçe TV û Stêrkê dest bi weşanê kir.
 
Ligel vê niha li Belçîkayê Medya Haber Tv û Sêrk Tv weşana xwe didomîne.
 
Ozgur Gun Tv
 
Ozgur Gun Tv li Tirkiyeyê ji bo weşana kurdî di 23’yê Adara 2004’an de yekem Televîzyona serî li RTÛK’ê dabû. Du sal şunde di encama desturê de di 23’yê Adara 2006’an de bernameya çand û hunerê ya bi zaravayê kirmanckî ya bi navê "Derguşa çandê" çêkir. Piştre Tv derbasî weşana netewî bû û di 29’ê îlona 2016’an de bi KHK’ê hat girtin. Ozgur Gun ku yekem reklamên kurdî û belgefîm weşand bû.
 
Ji Rojava dengekek: Ronahî Tv
 
Ligel Tirkiye û Ewropayê li Rojava jî çapemeniya Azad di kevneşopiya Celalded Bedirxan û Apê Musa de dimeşe. Di 2012’an de Ronahî Tv li bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi weşanê kir. Jiyana weşana wê jî bi kurd û zaravayên cuda yên kurdî didome. Ligel vê Tv bi erebî û îngîlîzî weşanê dike.
 
Çira Tv
 
Çira Tv di 14’ê tebaxa 2012’an de dest bi weşanê kir. Hemû weşanên wê bi kurdî ne û bi giranî çanda êzidî dike mijarên bernama xwe. Ligel vê ji bo pêşketina zimanê kurdî û her wiha geşedanên rojane, jiyana çandî, siyasî û civakî rojevên sereke yên Çira Tv ye.
 
Jin Tv
 
Jin Tv ku li cîhanê xebatek  yekeme û tenê xebatên jinan dimeşîne di 8’ê adara 2018’an de bi dirûşmeya "Dengê jinê rûyê jiyanê" dest bi weşanê kir. Jin Tv ku weşana wê didome, ji ber xebatên jinan hêjayî gelek xelatan hat dîtin. Televîzyon hem li cîhan hem li Kurdistanê jiyan û têkoşîna jinan esas digire.
 
Yekem kanala zaroka: Zarok Tv
 
Zarok Tv ku yekem kanala zarokan a weşana kurdî dike, di 21’ê adara 2015’an de li Amedê dest bi weşanê kir. Bi zaravayên kurdî yên wekê kurmancî, kirmanckî û soranî weşanê dike û di 29’ê îlona 2016’an de bi KHK’ê hat girtin. Li ser berteka raya giştî RTURK’ê  di 18’ê Mijdara 2016’an de biryara xwe şûnde girt. Di encama têkoşînê de Zarok Tv dîsa dest bi weşanê kir û niha kanala ku herî zêde zarokên kurd temaşe dike ye. 
 
Sibê: Di kevneşopiya çapemeniya azad de ajansên nûçeyan