Nûnerên tifaqa azadî û kedê vedibêjin: Em ê ya nû bi hev re ava bikin (2)

  • 09:03 16 Îlon 2022
  • Dosya
 
Marta Somek
 
STENBOL - Cîgira giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan da zanîn ku Tifaqa Azadî û Kedê li dijî zîhnyetên feraseta yekparêz, alternatîfek rast e. Berdevka EHP’ê Ozge Akman jî da zanîn ku wê bi pêşniyarên çareseriyê yên şênber ji bo pirsgirêkan wê rêya nû xêz bikin û wê vê jî bi hemû aliyan re bikin.
 
Bi pêşengiya HDP’ê Tifaqa Azadî û Kedê ya ku  Partiya Azadiya Civakî (TOP)), Tevgera Kedê (EHP), Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF), partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TİP) û partiya Kedê (EMEP) cih digire nexşerêya nû, deklerasyona hevpar û bernameya siyasî di 24’ê îlonê de li Navenda Kongreyê ya Halîç ya Beyoglu ya Stenbolê bi hevdîtna gel a girseyî de parve bike.
 
Di vê beşa dosyayê de em dîsa li nûnerên tifaqê guhdar dikin.
 
Selma Gurkan: Pergaleke talanê ya aşkera heye
 
Cîgira Serokatiya Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan da zanîn ku her rêxistin li ser hewcedariyê dertê holê û tifaqa Ked û Azadiyê jî dema ku pirsgirêkên welat li ber çavan bê girtin li ser hewcedariyê derketiye holê û got: “Talana aborî, bertîl û îhale, dema mirov dinêrin ev tenê kareyek wêne ye. Di aboriyê de talanek aşkera mijara gotinê ye. Bi qanûnên îhale, bertîl, komên sermayê. Yanî pergaleke aşkera ya talanê heye.”
 
‘Çareserî Tifaqa azadî û kedê ye’
 
Selmayê destnîşan kir ku di jiyana xebatê de jî pergalek binpêkirinê heye û karker û kedkar heta 14 saetan wek kole tên xebitandin û beramberê keda xwe nagirin. Selmayê wiha daxuyand: “Desthilatdarî van şertan didomîne û di qada siyasetê de jî zext, şîdet, globalbûn û qedexeyan dimeşîne, mekanîzmaya darazê jî li ser muxalîfan polîtîkaya zextê dimeşîne. Dema mirov li van dinêrin hewcedarî bi hinek polîtîkayan hene. Tifaqa Ked û Demokrasiyê jî li ser van hewcedariyan derket holê û alternatîfek e. Tifaqa Komarê li ser rêveberiya yek kesî, tifaqa Netew jî li ser pergala parlamenter nîqaşa rejîmekê dike. Em jî dibêjin ku polîtîka xwe dispêre polîtîkayên şer û Osmanî pirsgirêka çarser nake. Ji bo çareseriya van pirsgirêkan, divê rêbazek din bê tercîhkirin.”
 
Yekane rêya çareseriyê: Têkoşîn 
 
Selmayê destnîşan kir ku divê çareseriya pirsgirêkan bi hev re bê destgirtin û di vê mijarê de jî wiha got: “Her çareseriya em ji bo qada aboriyê dibêjin der barê qada siyasî, polîtîkayê de ye û jiyana civakî ye jî. Em li ser nîqaşa pergale ku azadiya baweriyan, wekheviya mafên jinan, rakirina mudaxaleyên li ser terza jiyanê, pêkanîna laîkbûnê, çareseriya pirsgirêka Kurd, ewlehiya maf û azadiyan a demokratîk derketin rê. Em dibêjin ku çareseriya van pirsgirêkan bi têkoşînê pêkan e. Yanî têkoşîna hevpar pêwist e.”
 
Em amade ne ku bi hev re bimeşin
 
Selmayê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser yekitiya têkoşînê ya li dora daxwazên hevpar û wiha dawî lê anî: “Gelek girîng e ku karker, kedkar, gundî têkoşîna xwe bikin yek. Tifaqa me di vê mijarê de xwedî roleke girîng e. Di pêvajoya hilbijartinê de jî em ê wek parçeyek têkoşîna demokrasiyê xwe bi hev re rêxistin bikin. Li vî welatî demokrasî bi têkoşîna yekbûyî dikare bê qezenckirin.”
 
Bi çareseriyên şênber derketin rê
 
Berdevka Partiya Tevgera Kedê (EHP) Ozge Akman jî balkişand ser aliyê kedê yê tifaqê û wiha dirêjî da nirxandina xwe: “Kedkar li dijî zilma desthilatdariyê her tim bi pirsgirêka rizgariyê re tên rû hev. Pirsgirêkên karkeran, kedkaran, şertên xebatê, pirsgirêka demokrasiyê bi pêşniyarên çareseriyê yên biçûk ji holê ranabin. Em dibêjin divê çareseriyek rast bê nîqaşkirin. Di vî alî de em bi hedefa ku rêyeke nû deynin pêş xwe derketin vê rêyê.”
 
Rê û hêviyek çawa?
 
Ozgeyê bi lêv kir ku tifaq di qada kedê de jî rê û hêviyê dide û ev tişt bi lêv kir: “Di vê pêvajoya krîza aborî ya giran de em ne aliyekî ku kedkaran bitirsînin em aliyekî ku ji AKP’ê xilas bibin hedef dikin. Lê mixabin xelasbûna ji AKP’ê tenê bi çareseriya pirsgirêka aborî nîne. Çareseriya pirsgirêka krîza aborî ancax bi bernameyên aborî yên ji bo başiya kedkaran dikare bê çareserkirin. Xelasbûna ji AKP’ê gavek girîng e lê têr nake. Divê pirsgirêkên şênber bên holê. Divê helîna mûçeyên karkeran, zema tê kirin bê nîqaşkirin. Divê deynên heyî bên dayîn, îhaleyên bê maf bên betalkirin û her wekî din bê çareserkirin. Divê gavên ji bo başiya kedkar û karkeran bên avêtin. Yek ji mijara Tifaqa Azadî û Kedê jî ev e ku mûçe bi rêk û pêk bên zêdekirin.”
 
Ji bo feraseta rêveberiyê wê piştgirî bê dayîn
 
Ozgeyê axaftina xwe wiha domand: “Yek ji pirsgirêkan jî pirsgirêka demokrasiyê ye. Wek çareseriyên şênber ên aboriyê divê birêveçûna parlamentoyê jî biguhere. Em ê ji bo feraseta rêveberiyên di cih de piştgiriyê bidin. Divê gel ji bo çareseriya pirsgirêkan biaxive û tevli biryaran bibe. Ez bang li hemû kedkar û gelan dikim ku xwedî li bernameyên tifaqê derkevin. Em ê ji bo hemû çareserkirina pirsgirêkan rêyek din vekin.”