Li seranserê cîhanê jin di nava têkoşîna maf de ne

  • 09:05 25 Mijdar 2022
  • Dosya
 
Melek Avci
 
ENQERE - Di Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Hember Jinê ya Navnetewî de, li cîhanê desthilatdarî destkeftiyên jinan bi tundiyê hedef digire û li hinek welatan destkeftiyên jinan û saziyên wekhev xurt  bûne.
 
Wek jinên li Tirkiye û Kurdistanê li dijî tundiya dewlet-mêr dadikevin qadan li cîhanê jî jin 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tûndiya li Hember Jinê ya Navneteweyî bi têkoşînê pêşwazî dikin. Erdnîgarî biguhere jî formên tundiyên diguherin û li her derê tundî li jinan tê kirin. Jin wek Rojhilat û Îranê bêdeng namînin.
 
Ji Îranê heta  Fasê, ji Rojava heta Efganîstanê em şahidiya mezibûna têkoşîna jinê dikin. Pergala serdest a mêr li her derê li hember xwe jinên berxwedêr dît. Li cîhanê der barê ku 25’ê mijdarê çawa tê pêşwazîkirin de me dosyayên Fîlîstîn, Îran, Fas, Yewnanîstan û Îngîlîstanê dan û di vê beşa dawî de jî em rojevên jinên Efganîstan, DYA, Kuba, Polonya û Şîlî digirin dest.
 
Teşeyê tundiyê yên ketine nava hev
 
Tundiya zayenda civakî bi awayekî herî zêde li qadan pêk tê û di bin gelek sernavan de tê qanûnîkirin. Ev teşeyên cuda hev bernadin û di heman demê de dikare ji yekê zêdetir tundiyê biafirîne û hev xwedî dikin, xurt dikin. Nasname, temen, çîn, ol, zayend, rewşa fîzîkî-astengdarî dibe hinceta tundiyê. Jinên tundiya zayendî û newekhevî lê tên kirin, gelek caran gelek teşeyên tundiyê lê tên kirin. Bi taybet jin ji ber rengê çermê xwe di pozîsyonên kar de biçûk tên xistin, gotinên nîjadperet lê tên kirin.
 
Peymana Stenbolê teşeyê şîdetê çawa vedinasîne
 
Peyaman Stenbolê tundiya li hember jinê di bin çar sernavên wek fîzîkî, derûnî, zayendî û aborî de vedike.
Tundiya fîzîkî wek ‘di encama hêza fîzîkî ya li dijî qanûnê de, çalakiya ku dibe sedema zirara fîzîkî’ vedinasîne. Tundiya zayendî wek ‘Bêyî daxwaza kes her cureyê çalakiya zayendê ya pêk tê ye’ vedinasîne. Tundiya derûnî wek ‘çalakiyeke di derûnî ya zirarê dide kes’ vedinasîne. Ya aborî jî wek tevger û çalakiyek ku alî aborî de zirarê dide kes vedinasîne.
 
Efganîstan
 
Em di vê 25’ê Mijdarê de dema li Efganîstanê dinêrin, dibînin ku rejîma Talîban jiyana jinan çawa xistiye nav lepê xwe. Sala borî DYA’yê leşkerên xwe ji Efganîstanê kişandin û Talîban piştî 20 salan şûnde dîsa Efganîstan girt bin kontrola xwe. Di 15’ê tebaxa 2021’ê de Talîban ket Kabîlê û bi awayekî fermî Talîban welat ji nû ve bi rê ve bir. Piştî Talîban hat dîsa jin hedef hatin girtin û hemû destkeftiyê jinan ji dest girtin. Dibistan li zarokên keç girtin, jin ji saziyan avêtin, derketina derve û ger li jinan hat qedexekirin. Li welatê tundiya derûnî, aborî, fîzîkî di asta herî jor de ye, lê tevî her tiştî jinên bûn xwedî hişmend li perwerdeya di dibistanên bin erdê de û qursên li malê vekirin de li dijî Talîban li berxwe didin.
 
Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê
 
Li Emerîkayê di nava cureyên tundiya li hember jinê tundiya aborî gelek zêde ye û ligel vê tundiya fîzîkî û qanûnên hikûmetê yên li ser bedena jinê tên ferzkirin hene. Yên herî zêde ji cureyên tundiyê bi bandor dibin û nîjadperestî lê tên kirin jinên reşik in. Ligel di girtina kar de tercîhkirina wan zehmet e û di pozîsyonên giran de didin xebitandin heqdestê wan li gorî yên din kêm e. 
 
Li dijî mafê kurtajê êrîş
 
Li welat dadgeha bilind a DYA’ê 24’ê Hezîranê de biryara ‘Roe-wade’ ya di 1973’an de ku mafê kurtajê kiribûn bin ewlehiyê, bi dengên 6 dadgerî betal kir. Mafê kurtaja ku qanûnî bû li 13 eyaletê (Idaho, başûrê Dakota, Wisconsin, Teksas, Oklahoma, Missouri, Arkansas, Louisiana, Tennessee, Mississippi, Kentucky, Alabama, rojavayê Virginia)  qedexe kir. Ji ber vê jin neçar dimînin biçin deverên dûr lê ji ber rewşa wan ya aborî dest nade serî li riyên din didin. 
 
Kuba
 
Li Kubayê jinan di qanûnan de her diçin berfireh dibe û destkeftiyên jinan zêde dbiin. Bi taybet meha îlonê de qanûna malbatê ya nû, mafê qanûnî yên jin, zarok û LGBTÎ’yan berfireh dike.
 
Qanûna Malbatê ya nû, mafê jinan jî tê de bi armanca hemû civak jê fêdeyê bigire hat avakirin û qanûn ji aliyê pisporan ve wek koda şoreşger û pêşketî ya herî berfireh a cîhanê tê venasîn.
 
Li gorî îstatîstîkên dawî ji sedî 49 xebatkar jin in, ji sedî 60.5 zanîngeh xwendine, ji sedî 67,2 di qada teknîk de dixebitin. Ji sedî 81,9 mamoste, zanist û prof ji jinan pêk tên. 
 
Polonya
 
Li Polonyayê em qanûnên ku li ser bedena jinê ‘maf îdia dikin’ û qanûnên din yên girêdayê vê tên derxistin dibînin. Hikûmeta Polonyayê kurtajê bi qanûnan bi awayekî tund kontrol dike. Di 27’ê Çileyê ya 2020’î de hema hema qanûna ku bi giştî kurtajê qedexe dike hat qebûlkirin. 
 
Ji bo jinan ceza ji bo gumanbaran berat
 
Jinan di pandemiyê de qanûn bi gotina ‘mafê jinan ji tenduristyê girîngtire’ prostesto kirin. Jin ji ber vê tûndiya fîzîkî lê tên kirin, destdirêjî lê tên kirin û tehdîdên mirinê digirin. Jinên tên sûcdarkirin, ceza lê tên birîn, lê li polîsên ku tûndiyê dikin û mêrên tûndiyê dikin jî biryara beratê tê dayîn.
 
Komara Şîlî
 
Li Şîliyê yek ji pirsgirêka herî mezin a ku jin dijîn tundiya aborî ye. Bi taybet di pêvajoya pandemiyê de jinan li dijî pirsgirêka betaliyê têkoşîn û di karên bê sîgorte, bê qeyd, kargeriyên biçûk û bi giştî li Başûrê Emerîkayê di karê îşporteyî de xebitîn. Ev aboriya di dema hilbijartinan de jî bû rojev, di çalakiyên li kolanan pêk hatin de jinan balkişandin ser betaliya jinan. Ligel vê tundiya fîzîkî û derûnî jî pir zêde ye. Her çiqas pirsgirêkên tenduristiyê li Şîlî bê jiyîn jî li gorî Polonya û DYA û Tirkiyeyê, di alî kurtajê de pêşketinek heye.  Jinên di encama destdirêjiyê de ducanî dimînin, dikarin kurtaj bibin. Lê li Şîliyê jin ji bo jiyanek bê tundî û kar têkoşîna xwe didomînin.