Botan li ber xwe dide (4)

  • 09:01 4 Kanûn 2022
  • Dosya
 
'Qirkirina xwezayê qirkirina civakê ye'
 
Sema Çaglak  
 
ŞIRNEX - Çêkirina bendavan, şewitandina daristanan, birîna daran û ava qirêj ên kanên komirê di çarçoveya polîtîkayên taybet ên şer de tê meşandin. Bi awayeke sîstematîk li Botanê qirkirina xwezayê pêk tê, aktîvîsta ekolojiyê Sultan Gulsum, destnîşan kir ku qirkirina ekolojiyê qirkirina civakê ye.
 
Polîtîkayên taybet ên şer di serî de erdnegariya Kurdistanê jî hedef digire. Di serî de Botan û tevahiya Kurdistanê qirkirineke xwezayê heye. Çêkirina bendavan, şêwidandina daristanan, birîna daran, kanên komir û madenan, çêkirina HES'an, qirêjkirina çeman, ji holê rakirina qadên çandiniyê û hwd bi sîstematîk bi navê cuda cuda tên kirin. Me di vê beşê de xwest bal bikişînin ser qirkirina xwezayê û têkoşîna ku li dijî qirkirina xwezayê tê dayîn bikin. 
 
Taybetmendiya erdnîgariya Botanê
 
Piraniya erdnîgariya herêma Botanê ji çiyayan pêk tê. Dema ku dibêjin çiyayên Botanê, di serî de dewlemendiya xwezaya wê tê bîra mirovan. Çiyayên ku herî tên nasîn Cûdî, Gabar, Kato, Nimêj û Altin e. Geliyên wekî Dîcle, Botan û Kêla Memê ku li gundê hîlal yê Qilebanê cih digire. Her wiha Ava Hêzil jî yek ji taybetmendiyeke erdnîgariya Botanê ye. Ava Hêzil rûbarekê biçûk a bi bizav e. Ji çiyayên Botanê diherike û ji aliyê Xoravayê ve di ber çiyayê Xamtûr de diherike û li biniya deşta Sindiya. Li herême deşt û zozan ji ber çiyabû kêm in. Lê deşten herî tê nasîn li Cizîrê û Silopiyayê ne. Li Botanê zozanên herî tê nasîn jî zozanên Feraşîn, Laleş, Meydana Kolya, Marînos û Meydana Zengîl e.
 
Dewlemendiya erdnegariyê bûye çavkaniya debarê
 
Bi çandina pembû, kuncî, garis, fistiq, genim û bi komkirina kezwan, hinar û rêz çavkaniya debara herêmê pêk tîne. Ji aliyek din ve jî li herêmê sereke dewlemendiya bin erd komir e. Komira ku ji derdora sêgirê li başûrê Şirnex derdikeve. Tevî ewqas dewlemendiya xwezayê Botanê, niha li herêmê qirkirinek ekolojîk pêk tînin.
 
Qirkirina ekolojîk çi ye?
 
Qirkirina ekolojîk, tê wateya tunekirina bi zanebûn a jîngeha xwezayî. Qirkirina ekolojîk sûcê mirovahiyê ye. Di şerê ku ev zêdeyî 40 sal in dewam dike de xwezaya Kurdistanê yek ser tê talankirin û texripkirin. Şewat, bendav, birîna daran û wêrankirina xwezayê ji destpêka Komara Tirkiyeyê ve weke polîtîkayeke sereke bi awayekî sîstematîk tê meşandin. Lê belê ev qirkirin ji salên 1990’î de bêtir bi awayekî sîstematîk û plankirî hat meşandin. 
 
Di nav 19 salan de 7 bendav hatin çêkirin
 
Di salên 1960’î de li herêmê çêkirina bendavan dest pê kir. Li Botanê jî gelek bendav û projeyen HES hatin çêkirin. Li gorî daneyên Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) li ser geliyên Şirnex û navçeyên wê de di nav 19 salan de 7 bendav çêkir. Her wiha niha ji bo çêkirina hin bendav û HES'an dê qadên daristanê bên werankirin. DSÎ, li ser çemê ku di navbera navenda Şirnexê û navçeya Qilaban de 60 kîlometre dirêj e, çêkirina bendavên nû didomîne. Di her 10 kîlometreyê de bendavek hatiye çêkirin. Ji ber van bendavan jî nivînên çeman zuwa dibin. Dîsa li gelek deveran ji dêvla rêyên ku piştî bidawîbûna çêkirina bendavan di bin avê de dimînin, ji bo xebatên rêyên nû xebatên kolandinê berdewam dikin. Lewra di navbera her bendavan de li ser rêyan kemce û xebatên kolandinê hene. Her wiha ji ber van xebatan bi sedan dar hatin birîn. Niha jî li Cizîrê projeya çêkirina bendavê heye. Ji ber bendava ku li ser Çemê Dîcleyê tê çêkirin, dê bajar bi temamî di bin avê de bimîne û Tengava Kasrikê ya ku xeta Çiyayên Cûdî û Gabarê digihêje hev jî dê di bin avê de bimîne.
 
Kanên komirê ava heyî qirêj dike 
 
Ligel çêkirina bendavan, bi kanên komirê jî çemên heyî tên qirêjkirin. Wekî par li quntarê Çiyayê Cudiyê ji ber kanên komirê ava qirêj diherike û tevlî Newala Nerdûşê dibe. Ev ava ku ji Newala Nerdûşê diherike tevlî Çemê Dîcleyê dibe. An jî kanên komirê bi taybetî li ber çem û rûbaran tê çêkirin û bi vî şiklî ava herêmê tê qirêjkirin.
 
Bi hinceta 'ewlehiyê' qirkirina daran 
 
Niha jî em berê xwe bidin qirkirina daran a li herêma Botanê ku demekê dirêj e di rojevê de cih digire. Li Şirnexê herêmên ku bi hinceta "ewlehiyê" hatine binavkirin qirkirina xwezayî di salên borî de bi şewata daristanan pêk dihat. Lê 3 sal in jî bi birîna daran careke din qirkirina xwezayê didome. Li herêma Şirnexê cara ewil birîna daran di sala 2019’an de Çiyayê Cûdî dest pê kir. Li Cûdî bi hinceta “ewlehiyê” ji bo rêyên diçin qereqol û kalekolan bi sedan dar hatin birîn. Her wiha ji bo birîna daran cerdevan hatin wezîfedarkirin. Cerdevan tenê bi birîna darên derûdora rê re bisînor neman hema kîjan dar ket ber wan birîn. Li gundên Cifanê, Gundikremo, Nêvava, Nêrex, Gilindor û Bêşêrê yên li quntara Çiyayê Cûdî bi hezaran dar hatin birîn. Darên li qadên Gûrariştê, Gera Rûviya, Şikira Kera û Banê Elî jî hatin birîn.
 
Eraziyên gundiyan hatin desteserkirin 
 
Piştî birîna daran a li Çiyayê Cûdî, vê carê jî birîna daran li herêma Bestayê ya di navbera Şirnex û Sêrtê de hat destpêkirin. Ev dever ji salên 90’î ve heya niha di bin navê “Herêma Ewlehiya Taybet” qedexekirî ne û tevî ku eraziyên welatiyan bi tapû ne jî û mal û milkê wan e jî bi destûr diçin gundên xwe. Li gundên Cinîwer, Xerbigê, Bestin, Navyan, Bêlûzer, Şerevan û Rîsor û qadên Kaniyamîr, Birateto, Birapeşo, Deyndarok, Serêrû, Tîkera, Qûrteka Pêşya, Girê Derîncê bi deh hezaran dar hatin birîn.
 
Darên hatin birîn bi kamyon û TIR'an şandin derveyî bajêr
 
Darên ku tên birîn bi kamyon û TIR’an dişinin derveyî bajêr û difiroşin. Rojê, navbera 20-25 kamyonên dar ji bajêr derdikevin. Ewilî ew darên ku dihatin birîn li qada Sanayiyê ku li gundê Avgamasyayê ya girêdayî Şirnexê ye dihatin komkirin û dişandin bajarên din. Lê belê piştî ku dîtin bertekên li hemberî talanê zêde dibin, ev tişt bi veşartî hat kirin. Ji bo ku balê nekşîne kamyon û TIR yek bi yek ji bajêr ser girtî hatin derxistin. Têkildarî mijarê Baroya Şirnexê du caran rapor amade kir. Di raporan de hat tespîtkirin ku ji ber birîna daran a di navbera sibata 2021’ê û îlona 2021’ê de, ji sedî 8 daristanên Şirnexê tune bûye. Li dijî vê qirkirinê li Şirnexê bi pêşengiya sazî û rêxistinên sîvîl komîsyonek hate avakirin û Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê hate avakirin.
 
Greenpeace: Ev nakeve pisporiya me
 
Komîsyona Hawirdorê ya Baroya Şirnexê di heman demê de serî li Greenpeace, Komeleya Xwezayê, Weqfa Parastin û Danasîna Hawirdor û Nirxên Çandî, Komeleya Parastina Tabîeta Tirkiyeyê, WWF-Turkiye (Weqfa Parastina Jiyana Xwezayî) û Bernameya Hawirdorê ya Neteweyên Yekbûyî - UNEP’ê da û daxwaza piştevaniyê kir. Greenpeace'ê bersiv da û got: “Ev mijar nakeve qada me ya pisporiyê.” 
 
Meşa Cûdî 'Cûdî rûmet e xweza hebûn e'
 
Li dijî vê talanê bertekên gel û ekolojîstan jî zêdetir bû. Bi pêşengiya Kongra Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Patiya Herêmên Demokratik (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê li dijî talana li çiyayê Cudî bi dirûşmeya "Em li dijî hilweşîna şer, talana xwezayê dimeşin" bi tevlibûna hezaran kesî di 17’ê îlonê de meşek li dar xist. Ji her alî Kurdistan û Tirkiyeyê welatî tevlî meşê bûn. Ji Ege, Behrareş, Antaloya Navîn, Akdenîz û Marmarayê bi sedan ekolojîst û parêzvanên maf tevli meşê bûn. Hemû rê ji hêla leşkeran dorpêç kirin û gel bi israr meşa xwe pêk anî. Leşkeran bi ava şid û gazê êrişê gel kir lê girse tevî her tiştî li quntarên Cudî li qada Mîlga Şantiye hatin gel hev û meşa xwe pêk anîn.
 
Derbarê qirkirina xwezayê de aktîvîsta ekolojiyê Sultan Gulsum ji ajansa me re axivî. 
 
‘Wêrankirin didome' 
 
Aktîvîsta ekolojiyê Sultan Gulsum, di destpêka axaftina xwe de wiha bal kişand ser polîtîkayên bêmirovhiştinê ya li herêmê: “Piştî demekê, dewlet ne tenê bandorê li ekosîstema ku jixwe di wêrankirina wê de rol digire, di heman demê de pêşîlêgirtina wê qirkirinê jî asteng dike. Sepana çekan, hilweşandina avahiyan, şewat, tevgerên veguhestina leşkerî û rijandina kîmyewî bandora wêranker a şer li ser jîngehê diyar dike.”
 
‘Bandorek gerdûnî ye’
 
Sultan, destnîşan kir ku birîna daran ji polîtîkayên rewa kirina pevçûn û şerê û wiha bi lêv kir: "Bi vî qirkirinê hem zirarê ku nayê veguhestin dide jîngehê hem jî bidestxistina rantê ev polîtîkaya xwe dixe astekê nû. Birîna daristanan bandorê li herikîna bayê, herikîna buhara avê û vegirtina enerjiya rojê dike, bi vî rengî pêkerên serdest ên guherîna avhewa herêmî û gerdûnî ne.”
 
‘Qirkirina ekoloji qirkirina civakê ye’
 
Sultan, di dawiya axafina xwe de wiha bal kişand ser qirkirina ekolojiyê: "Ev qirkirin demek dirêje bandorê li civakê dike. Dê pêşerojê de jî ev bandor bêtir xuya bike. Ji bo qirkirina xwezayî ne polîtîkayek dabeşker divê helwestek wekhev were nîşandan. Gava qadekê daristanî hat tune kirin di heman demê de jiyana mirov û zindiyan jî tê tunekirin. Bi vî yekê herêm vediguhere çolê û qad bêmirov tê hiştin. Qirkirina ekolojiyê di heman demê de qirkirina civakê ye. Divê xwedî li xweza û erdnîgariya herêmê bê derketin."
 
Bi dawî bû.