Der barê me de

 

JINNEWS

Jin bi pênûsa xwe li pey heqîqetê ne
 
Li dijî Cîhana baviksalar ku dibêje “Hun jin hişbin” em bi zanebûneke xurt a jinan ya ku gotina jinan bi bîr û bawerî derdixe pêş derdikevin rê
 
Em mîrasa nûçegîhaniyê ji rojnamegerên jin ên beriya xwe ku tu caran li dijî zilmê serî netewandin dewr digirin. Em li ser şopa bîra jinê neynikê parçe dikin û gotina xwe ji cihê mayî dibêjin. Em bi heman mîrasê li dijî medyayaya baviksalar û li dijî dewleta baviksalar a zayendparêz, mîlîtarîst ku jiyana zindewaran tune dihesibîne berxwedanê mezin dikin.
 
Rastî li serê pêçiya azadiyê bû, Xwegîhandina rastiyê azad dikir. Niha em bi JINNEWS’ê bi daxwaza azadiyê  ber bi heqîtetê ve dimeşin.
 
Em zimanê mêr û pergala baviksalar dihejînin; Em ji bo ku jiyanê bi gotina jinê veguherînin û li ser xeta jineolojiyê femînîzmê belav bikin dinivîsin.
 
Me ji zû de sînorê ‘jinên meqbûl’ derbas kiriye. Em bi piştevaniya jinan ku baviksalariyê dihejîne dest bi parastina rewa dikin û bi dirûşma “tişta taybet polîtîk e”  li gel jinan, mexdûran diparêzin û îfşakirina bersûcan berdewam dikin
 
Em ji hemû nûçeyên li dijî dewleta baviksalar ku jin, zarok, xweza, zindî, nasname û gelan diparêzin berpirsiyar in. 
 
Bi heman mîras û heman zanebûne…Wekî Rosa Lüksemburg, Zabel Yaseyan, Gurbetellî Ersoz, Emma Goldman, Vîrgînîa Woolf, Ayfer Serçe, Ulrîke Meînhof, Zeynep Erdem, Denîz Firat û Nujiyan Erhan ku xwestin nivîsa jinan, gotina wan û rojnamegeriya jinan pêş bixin. Em soz din,  wekî jinên beriya me gotine “mêr çi dibêjin bila bêjin em ê nivîsandina xwe berdewam bikin”
 
Em hebûn, hene û em ê her hebin!
 
Jin bi pênûsa xwe li pey heqîqetê ne
 
JINNEWS, dengê azadiyê ye