Xebatên lêgerînê yên li Licikê hatin sekinandin 2024-02-21 15:31:44     AMED - Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê yên ji bo karkerên madenê yên li Licikê di bin hezazê de mabûn hatin sekinandin.    Di 13’ê sibatê de li madena zêr a li navçeya Licik a Erzînganê hezaz çêbûbû û 9 karker di bin axê de mabûn. Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya, Wezîrê Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê Mehmet Ozhasekî, Wezîrê Çandiniyê Îbrahîm Yumakli, Wezîrê Xebatê Vedat Işikhan û Wezîrê Enerjiyê Alparslan Bayraktar li herêmê lêkolîn kirin û daxuyanî dan.    Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî Alparslan Bayraktar karesata heyî weke “bûyer” pênase kir û got ku xebatên wan ên edlî û îdarî didomin. Alparslan, diyar kir ku di mijara pêvajoya edlî de karûbarên cezaî û edlî yên derheqê 9 kesan de didomin û dibe ku ev hejmar zêdetir bibe. Alparslan, destnîşan kir ku ji 14’ê sibatê ve xebatên madenê hatine sekinandin.    Navber dan xebatan    Alî jî destnîşa kir ku nêzî 3 hezar xebatkar di xebatên lêgerîn-rizgarkirinê de cih digirin û nêzî 800 wesayît tên bikaranîn. Alî, got ku ji ber barana li qadê dibare, navberê didin xebatên lêgerîn-rizgarkirinê û dema AFAD’ê guncav dît jî dê xebatan bidin destpêkirin.