Meşa Cudî: Em ê bi hev re bi piştevaniyê qezenc bikin

  • 09:03 30 Îlon 2022
  • Ekolojî
 
Marta Somek 
 
STENBOL - Aktîvîsta ekolojiyê ya Polen, Yurdagul Çelîk da zanîn ku bi hezaran kesên tevli meşa Cudî bûne li dijî şer û talanê peyamek xurt dane û got: “Ne tenê dara ber mala min, dara çiyayê Cudî jî dara min e. Divê em vê pergala faşîst hilweşînin û têkoşîna xwe rêxistin bikin. Divê em têkoşînê de bibin yek.”
 
Bi pêşengiya Kongra Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Patiya Herêmên Demokratik (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê li dijî talana li çiyayê Cudî bi dirûşmeya "Em li dijî hilweşîna şer, talana xwezayê dimeşin" bi tevlibûna hezaran kesî di 17’ê îlonê de meşek pêk hat. Ji her alî Tirkiyeyê kes tevli meşê bûn. Ji Ege, Behrareş, Antaloya Navîn, Akdenîz û Marmarayê bi sedan ekolojîst û parêzvanên maf tevli meşê bûn.
 
Meşa Cudî…
 
Bi hezaran kes tevî hemû astengî û zor û zehmetiyan tevli meşê bû. Polîsan nokteyên lêgerînê de wesayît bi saetan dan sekinandin û GBT pêk anîn. Bi hezaran kesî tevî her  zextî govend gerandin dirûşme berz kirin. Leşkeran hemû rê dorpêç kiribûn û gel bi israra meşa xwe doman. Leşkeran bi ava şid û gazê êrişê gel kir lê girse tevî her tiştî li kontarên Cudî li qada Mîlga Şantiye hatin gel hev.
 
Aktîvîsta Ekolojiyê ya Polen, Yurdagul Çelîk ya ji Stenbolê tevli meşê bû çavdêriyên xwe ji ajansa me re parve kir.
 
‘Tevî zextan cesaret û biryar hebû’ 
 
Yurdagulê da zanîn ku di vê pêvajoya ku talan û komujî zêde ye meş gelek girîng bûye û got: “Hem Tirkiye hem jî Kurdistan di bin zextan de ye li her derê hilweşînên eklojîk hene, komkujî didomin. Bi taybet li Kurdistanê ji ber polîtîkayên şer her der qedexe bû. Ji ber vê jî her tişt li ber çavan hat girtin û meş pêk hat. Bi rastî ev gelek bi nirx bû. Ji her herêma Tirkiyeyê tevlibûn hebû. Meşek bi biryar pêk hat. Ji ber polîtîkayên şer me dizanibû ku wê astengiyan ji me re derxin. Lê em bi biryar meşiyan. Tevî astengiyan me bi coş, cesaret û biryar meş temam kir. Çawa em gihiştin qadê astengî derxistin. Bi ava şid û gazê mudaxale kirin. Lê gel xwe paşve nekişand. Qad terk nekirin. Bi biryar çalakiya xwe pêk anîn. Ji ber vê meşek gelek girîng û bi nirx bû. Li Cudî qirkirina daran didome.”
 
'Ava li Yewnanîstanê ava min e daristana Cudî ya min e jî'
 
Yurdagulê her wiha bi lêv kir ku li bajarên rojava berteka li dijî qirkirina ekolojiyê tê dayîn li hember qirkirina li Kurdistanê nayê nîşandan û wiha anî ziman: “Berteka li hember talana Çiyayên Kaz, Îkîzdere, Akbelen tê nîşandan li Kurdistanê nayê nîşandan. Bêguman ev polîtîka dewletê û şer e. Em di vir de netewperestiyê jî dibînin. Divê li dijî vê têkoşîn bê dayîn. Qirkirina ekolojîk ne tenê kirkirina welatê me ye ya hemû cîhanê ye. Ji ber vê divê deng bidin têkoşîna ekolojiyê. Ji ber ev ne tenê baxçeyê ber derê me ye, êdî mijara cîhanê ye. Ava li Yewnanîstanê ava mine jî, daristana Cudî ya min e jî. Em hewl didin vê belav bikin û rêxistin bikin.”  
 
‘Divê ev pergal bê hilweşandin’
 
Yurdagulê banga mezinkirina têkoşîn û piştevniyê kir û wiha bi lêv kir: “Em têkoşîna vê dixwazin. Divê em ji bo her derê heman bertekê nîşan bidin. Heman têkoşînê ji bo her derê bidin. Bêguman ev tenê bi tevgerên  ekolojiyê nabe. Divê em hemû bibin yek û piştevaniyê mezin bikin. Ev pirsgirêka hinek kesan tenê nîne. Em wisa bifikirin em nagihêjin encamekê. Em bi têkoşîna yekbûyî bi piştevaniyê wê biserkevin.”