'Em dengê li dijî hilweşîna ekolojîk a Kurdistanê nabihîzin'

  • 09:02 25 Kanûn 2022
  • Ekolojî
Melek Avci
 
ENQERE - Parêzer Hulya Yildirim, got biryara betalkirina projeya HES'ê ya Zîlanê girîng e û got: “Em dengê ji bo texrîbata ekolojîk a herêma Kurdistanê nabihîzin. Têkoşîna ekolojîk bi salane ji bo vê tê dayîn.”
 
Projeya HES û Regulatora Zîlanê ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatibû xerakirin û şandibûn dadgeha herêmî. Hefteya borî derbarê betalkirinê de biryar hat. Yekemîn Dadgeha Îdarî ya Wanê da zanîn ku biryara ‘Nirxandina Bandora Derdorê (ÇED)’  ne raste û biryar da ku der barê zirarên bê dîtin de an jî zirar bên kêmkirin de tedbîrên têr nehatine girtin. Dadgehê biryara betalkirina projeyê da.
 
Yek ji parêzera Dozê Hulya Yildirim der barê projeyên HES’ê, biryara betalkirinê de axivî.
 
Zîlanê diyarkir ku raporên kesên zana xistine dosya der barê projeya HES’ê û wiha dirêjî dayê: “Ev rapor zanistibûnê nahewîne û kêmasiyên wê hene.Me îtîrazê raporan kir. Di pêvajoya biryara doza me vekiribû de heman demê de komek din jî li projeyê doz vekiribû û dosya wan ji danişteyê vegeriya. Kesên zana rapor nedabûn dosyayê, tevli kifşê nebibûn û ji ber vê biryara xerakirinê hat dayîn, dosya me jî ev mînak nîşan da û hat xwestin kîfş bê kirin. Piştî kfişê rapor zelal bû. di vê raporê de jî kêmasî hebûn lê daxwazên me di alî me de hatin cih. Di encama vê de jî di rojên borî de ji xwe biryara betalkirina projeyê hat dayîn.”
 
'Proje hişkesaliyê bixwe re tîne'
 
Hulyayê diyar kir ku ev biryara betalkirinê girînge, lê biryar têr nake û wiha pê de çû: “Biryar girînge. Lê qelsî hene. Li gorî me divê li ser şaşiya tercîhkirina cih bisekiniyana. Projeya HES’ê û Bendava Koçkopru hişkesalî diafirand. Vê jî bandorek mezin li ser jiyan azindiyan dikir. Li gorî min biryara betalkirinê biryareke gelek di cih de ye û ji bo me hêvî ye.”
 
'Serê gavê HES hene'
 
Hulyayê axaftina xwe wiha domand: “Dema santralên Hîdroelektîrîk hatin avakirin wek çavkaniya enerjiya ku tê nûkirin kirin piyasê. Lê salên borî gotin me şaşî kiriye. Piştre serî gavê HES hatin avakirin. Santralên Hîdroelektîrîkê hatin avakirin.  HES jiyana ekolojîk xera bikin. Di heman demê de hişkesaliya li herêmê bandor dike. zirarek mezin dide populasona zindyan.  Avhewa diguhere û hemû cureyên zindiyan tune dike.”
 
Hulyayê her wiha balkişand ser hestiyên di lêkolînan de derketine holê û ev nirxandin kir: “me gotibû di lêkolîna kesên zana de bila arkeolog jî hebin. Me israr kir. Arkeolog tayîn kirin. Dema kifşê de gelek gor hatin tespîtkirin. Arkeolog jî ev piştrast kir. Hat gotin ku ev hestî dibe ku aydê dema Osmaniyan de bin.”
 
'Têkoşîna rêxistinkirî biryar betal kir''
 
Hulyayê dawiya axaftina xwe de da zanîn ku xwedîderketina li dozan gelek girînge û wiha dawî lê anî: “Li dijî projeya HES a Zîlanê bertek hebûn. Xwedî li dozê derketin. Gelek hevalan gelek kesî piştgirî dan dozê.  Bêguman di dozên wisa de piştgiriya civakê gelek girînge.   Divê her kes li dijî texrîbata xwezayê dengê xwe bilind bike. Lê em dengên ji bo texrîbata li Kurdistanê pêk tên, nabihêzin. Divê em ji bo her derê jib o xwezayê dengê xwe bilind bikin.”