Li Efrînê 520 dar hatin birîn

  • 15:07 28 Çile 2023
  • Ekolojî
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Çete û niştecihên ji bejahiyên Idlibê 520 darên din ên li gundên kantona Efrînê ya dagirkirî birîn.
 
Li gorî nûçeya Ajansa ANHA'yê çavkaniyên xwecih ên ji kantona Efrînê da zanîn ku çeteyên bi Dewleta Tirk re girêdayiye û niştecihên ji herêma çiyayê Zawiye û bajarokê Atme yên Idlibê 520 darên zeytûn, sêv, încas, behîv û gûzan li gundên Kurzêlê û Eyndarê yên navçeya Şêrawayê û gundê Coqê yê navenda Efrînê birîne.
 
Darên hatine birîn ên Reşîd Ebdo, Rêzan Ebdo, Mistefa Ebdo, Mihemed Îbo, Mistefa Mihemed û Yûsif Ebdurehman ên ji gundên Kurzêlê û Eyndarê ne. Li gundê Coqê jî çete û niştecihan 20 darên zeytûnê yên Osman Hec Hemîd li nêzî çemê Efrînê birîn.
 
Dezgehên çapemeniyê dîmen belav kirin ku tê de xuya dibe ku çete darên li daristanên di navbera gundên Tatera û Kefir Sefrê yên navçeya Cindirêsê de dibirin.
 
Li gorî bîlançoya rêxistinên hiqûqî, artêşa Tirk û çeteyên wê ji destpêkê heta îro zêdetirî 367 hezar dar birîn, nêzî 13 hezar û 500 dar û zêdetirî 12 hektarên zeviyên çandiniyê şewitandin.