Çiya baweriyê didin

  • 09:14 24 Mijdar 2022
  • Galeriya Jinê
 
ŞIRNEX - Gava hûn li çiyayan dinihêrin çi dibînin? Werin em bi hev re li çiyayên Botanê ku warê berxwedanê ne binihêrin..
 
Hin tişt hene ku pênasekirina wan tune ye. Tenê tên temaşekirin. Li gorî min çiya jî wisa ne. Gava li çiyayan dinihêrim ji bilî kêfxweşiyê, difikirim gelo kî cesarete dike li hemberî berzbûna van çiyayan serî rake.. Gelê Kurd herî zêde li çiyayan tê, çiya herî zêde li Gelê Kurd tê. Bi hev re têkiliyek ji dil, bi hîs û dîroka xwe xwedî derdikevin.  Çiya, di nav xwe de ji me gelek tiştan dihewîne.  Her parçeyekî me tê de veşartiye. Bîranîn, demên windamayî, tolhildan, bêrîkirin, berxwedan, dilsozî û her wekîdin.. Çiya şahîdiya van hemûyan dike û bi dilsozî dipareze.
 
Mirov ji bîr bike jî çiya ji bîr nakin.  Çiya bawaeriyê didin...  
 
Foto: Sema Çaglak