3'yê Cotmeha 1991'an: Nivîskar Nadîne Gordîmer xelata Nobelê ya Wêjeyê girt 2022-10-03 10:32:29     Nivîskara ji Başûrê Afrîkayê Nadîne Gordîmer, Berî bi 30 salî îro, Xelata Nobelê ya Wêjeyê girt, Nadîna ya ku di heman demê de aktîvîsteke siyasî ye di berhemên xwe de bal kişandiye ser pirsgirêkên nijadî û exlaqî.     Hin bûyerên girîng ku îro di dîrokê de pêk hatine wiha ne:   1885: Nivîskara lîstikan û rojnameger Sophîe Anîta Treadwel, îro hatiye dinê. Sophîe lîstika xwe ya "Machînal" tê naskirin. Sophîe, di 20'ê Sibata 1970'yî de jiyana xwe j idest daye.     2015: Li ser Banga Hewldana Jinan a Ji bo Aştiyê (BÎKG) 150 jinên ku çûn Cizîr û Sîlopiyê derbarê tiştên li wan deran qewimîn û jiyana li wê de li Maltepeya Stenbolê pêşangeha wêneyan vekirin.    2016: Navenda Jinê ya Meya, Navenda Çand û Hunerê ya Zembîlfiroş, Mala Piştevaniya Perwerdê ku di bin banê Şaredariya Farqînê de xebat dikirin ji aliyê qeyûmê tayînî şaredariyê hat  kirin ve hatin fesihkirin.    2016: Li Polonyayê partiya Îqtîdarê PÎS (Hiqûq û Edalet), bi hinceta ku nifusa welat kêm dibe berî bi 5 salan îro pêşnûme qanûna ku kurtajê qedexe dike îmze kir. Li hemberî vê pêşnûmeqanûnê bi milyonan jinên polonî daketin qadan û pêşnûme şermezar kirin.