18'ê Nîsana 2019'an: Dîwarê li derdora şaredariyê hat hilweşandin 2024-04-18 09:01:28     Dîwarê ku di dema qeyûm de li dora Şaredariya Qosera Mêrdînê hatibû lêkirin, bi biryara Hevserokên Şaredariyê di 18'ê Nîsana 2019'an de  hat hilweşandin û demborê yekemîn jî Hevşaredara HDP'yî Nîlufer Elîk Yilmaz li dîwêr da.    Hin bûyerên girîng ku îro di dîrokê de pêk hatine wiha ne:    1935: Jinên Cîhanê ji bo 12'emîn Kongreya Naventeweyî ya Jinan li Stenbolê kom bûn. Yekîtiya Jinan a Navneteweyî (International Alliance of Women / IAW) kongreya xwe ya 12'emîn, bi malovaniya Yekîtiya Jinên Tirkiyeyê di 18-24'ê Nîsana 1935'an de li Stenbolê pêk anîn.    2019: Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê, dîwarê ku bilindahiya wî 2 metre ji aliyê qeyûm ve li dora şaredariyê hatibû pêçan hat hilweşandin. Di dema hilweşandina dîwêr de Hevşaredara Qoserê ya HDP'yî Nîlufer Elîk Yilmaz û hin endamên Meclîsa Şaredariyê jî amade bûn.  Hevşaredar Nîlufer demborê yekemîn li dîwêr da û piştî Nîluferê endamên meclîsa şardariyê û şêniyên Qoserê bi hev re dîwar bi temamî hilweşandin.    2019: Parêzvanên mafên mirovan, sendîka, hiqûq, girseya demokratîk û partiyên siyasî jî di nav de 150 rêxistinan, derbarê grevên birçîbûnê de deklarasyon weşandin û xwestin daxwazên girtiyan bên qebûlkirin.