Ji ber hezazê rêya di navbera Wan-Geverê de hat girtin 2024-04-18 12:30:50     COLEMÊRG - Ji ber hezaza li derdora Yenîkopruyê çêbûyî, rêbeja di navbera Wan û Geverê de hat girtin.    Li devera Yenîkopruyê ya Colemêrgê li ser rêbeja di navbera navçeya Geverê û Wanê de hezaz çêbûy. Ji ber hezazê rê hat girtin. Di nava 2 rojan de li heman deverê 3 caran hezaz çêbû. Xebatên ji bo vekirina rêyê berdewam in.    Hevşaredarên Geverê Şadiye Kirmizigul û Şoreş Dîrî jî di nav de, komeke ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li cihê bûyerê lêkolîn kirin.