Gotubêja 'Pêşketina dîrokî ya şanoyê' hat lidarxistin 2024-04-20 14:06:41     AMED - Nivîskar Sureyya Karacabey a ji Beşa Şanoyê ya DTCF'ê ya Enqereyê hat îxraçkirin li Mîhrîcana Şanoya Amedê li ser pêşketina dîrokî ya şanoyê, guhertina şanoyê û girîngiya wê gotubêj pêk anî.    Festîvala Şanoyê ya Amedê ya 9'emîn a Şanoya Bajarê Amedê li dar dixe di roja 3'yem de dewam dike. Di çarçoveya festîvalê de îro li Çand Ma'yê gotubêj hat lidarxistin. Gelek şanoger, saziyên civaka sîvîl û welatî tevli gotubêjê bû. Nivîskar Sureyya Karacabey a ji Beşa Şanoyê ya DTCF'ê ya Enqereyê hat îxraçkirin li Mîhrîcana Şanoya Amedê li ser pêşketina dîrokî ya şanoyê, guhertina şanoyê û girîngiya wê gotubêj pêk anî.    Sureyyayê li vir bal kişand ser rola mitolojiyê ya şanoyê û behsa dîroka têgehên şanoyê û koka wê kir. Her wiha Sureyyayê li ser pêşketina dîrokî ya şanoyê, guhertina şanoyê û girîngiya wê axivî.    Sureyyayê da zanîn li gor salên 1970'ê nêrîna polîtîk guheriye û got demeke şanoyê heye.