Di serdegirtina 4 saetan de malzemeyên teknîkê hatin desteserkirin 2024-04-23 09:30:39     NAVENDA NÛÇEYAN - Polîsên Belçîkayê yên bi ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haberê de girtin malzemeyên teknîkê desteserkirin û hemû qablo birîn.    Polîsan bi ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haber TV’yê yên li Belçîkayê weşan dikin de girtin. Zêdetirî 200’an polîsan herêma ku studyoyên televizyonan lê ne dorpêç kirin. Polîsên ku 4 saetan li avahiya televizyonan man, kompîtûr desteserkirin. Polîsan her wiha ji bo ku weşanên televîzyonan asteng bikin qabloyên weşanê û ceyranê birîne.    Polîsan deriyê odeya Uplînkê şikandin û ketin hundir û aletên di hundir de jî texrîb kirin. Polîsan her wiha tundî li xebatkarên ewlehiyê yên avahiyê kirin.