MKG: Divê kedkarên çapemeniya azad demildest bên berdan 2024-04-23 10:39:42     AMED - MKG'ê têkildarî êrişên li ser çapemeniya azad diyar kir ku divê demildest kedkarên çapemeniya azad ên hatine binçavkirin bên berdan û wiha got:"Rojnameger dema peywira xwe ya agahdayina raya giştî tînin cih bi sepanên wiha kêfî rû bi rû dimînin, ev yek binpêkirina mafan a cidî ye û hemû civakan eleqeder dike. Ev binçavkirin ne tenê êrişeke li dijî rojnamegeran e di heman demê de êrişeke li dijî azadiya girtina nûçeyan a civakê ye."   Îro di danê sibehê de li Enqere û Stenbolê bi ser malên xebatkarên Çapemeniya Azad de hate girtin. Di encama serdegirtinên malan ên li  Stenbol û Enqereyê de gelek kedkarên çapemeniya azad hatin binçavkirin. Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) têkildarî êrişên li ser kedkarên çapemeniya azad daxuyaniya nivîskî weşand. MKG'ê di daxuyaniyê de da zanîn rojnamegerî yek ji hêmana jêneger a civakên demokratîk e û wiha got:"Em dîsa dibêjin bila rojnamegerên di bin çavan de demildest bên berdan. Rojnamegerî ne sûc e. Divê ev binçavkirin demildest bi dawî bibin."   Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:   "Binçavkirinên kedkarên çapemeniya azad divê demildest bi dawî bibe    Vê serê sibehê me bihîst ku li Stenbol û Enqereyê gelek rojnameger hatine binçavkirin. Ev binçavkirinên ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hat destpêkirin û hîn hinceta wê bi raya giştî re nehatiye parvekirin, mudaxeleyeke li hember azadiya çapemeniyê ye û nayê qebûlkirin.    Rojnamegerî yek ji hêmana jêneger a civakên demokratîk e. Rojnameger dema peywira xwe ya agahdayina raya giştî tînin cih bi sepanên wiha kêfî rû bi rû dimînin, ev yek binpêkirina mafan a cidî ye û hemû civakan eleqeder dike. Ev binçavkirin ne tenê êrişeke li dijî rojnamegeran e di heman demê de êrişeke li dijî azadiya girtina nûçeyan a civakê ye.    Em wekî Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) bang li aliyên têkildar dikin ku ev zextên li dijî rojnamegeran bi dawî bikin û xwedî li azadiya çapemeniyê derkevin. Di heman demê de em bang li saziyên mafên mirovan ên navneteweyî û neteweyî dikin ku mafên rojnamegeran biparêzin û li dijî van sepanên kêfî derkevin. Em dîsa dibêjin bila rojnamegerên di bin çavan de demildest bên berdan. Rojnamegerî ne sûc e. Divê ev binçavkirin demildest bi dawî bibin. "