DEM Partî çû serdana JINNEWS û MA'yê 2024-04-23 16:00:31     ENQERE - Rêxistina DEM Partiyê ya Enqereyê li dijî êrişên li ser çapemeniya azad ji bo piştevaniyê çû ser dana JINNEWS û MA'yê.   Rêxistina Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Parti) ya Gelan li dijî êrişa li ser çapemeniya azadiyê ku îro li Stenbol û Enqereyê 9 rojnameger hatin binçavkirin û li Belçikayê bi ser Sterk TV û Medya Haber TV'yê de hat girtin, çû buroyên JINNEWS û Ajansa Mezoptamyayê (MA).    Di serdanê de hat bibîrxistin kedkarên çapemeniya azad bi salan e li dijî zextan bi serhildanê bersivê didin û peyama piştevaniyê hat dayin.