ROJEVA 25'Ê NÎSANA 2024'AN 2024-04-25 09:00:00     * Nûçegihana Ronahî TV Sozdar Weqas, di axaftina xwe de bal kişand ser êrişên li hemberî Çapemeniya Azad a Kurd û diyar kir ku dixwazin dengê gel qut bikin û heqiqetê veşêrin. BI DÎMEN    * Aktîvîsta jin a Fîlîstînî Abeer A.K, welatên li dijî qirkirinê bêdeng dimînin û Erdogan ku bi Israîlê re bazirganiyê didomîne nirxand û got: “Ev dagirkirin 75 sal in didome. Ji ber vê em fêrî hevkarî û peymanên veşarî yên bi kujerên zarokan re bûne. Ji bo berjewendiyên xwe li dijî qetilkirina jin û zarokan bêdeng in.”   * Lîstikvana Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê Ebru Dolu diyar kir ku dema nû dest bi futbolê kiriye, ji aliyê derdorê ve pirsgirêk jiyaye û got bi taybetî lîstîkvanên futbolê yên jin ên kurd hîn bêtir bi pirsgirêkan re tên rû hev. BI DÎMEN    * Jinên li taxa Şêxmeqsûd ya bajarê Helebê êrişên Dewleta Tirk û PDK'ê şermezar kirin û gotin: "Hêza me ya têkoşînê heye û em ê li ber xwe bidin." BI DÎMEN   *Hevşaredara Tuşbaya Wanê Hanim Akkoş da zanîn ku wan şaredariyeke ku hatiye talankirin dewr girtine û tevî vê dê xizmetên xwe bidomînin. BI DÎMEN   * Parlamentera DEM Partî ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît derbarê êrişên li hember çapemeniyê axivî û got: “Encam çi dibe bila bibe hevalên me yên ku pênûsa heqîqetê li erdê nahêlin hene.”