Protokola Stenbolê çiye, çima girîng e?

  • 09:01 3 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
Derya Ren
 
AMED - Seroka Odeya Tabîban a Amedê Elîf Turan da zanîn ku Protokola Stenbolê ya der barê ‘Bi awayekî bi bandor lêpirsînkirina ceza û pêkanînên dijmirovahiyê yên zalimane û îşkenceyê û belgekirina wê’ hatiye amadekirin di demên dawî de tê piştgûhkirin û got: “Em wek hekîm li beşa lezgîn, ger kes girtî yan jî hukumxwarîbe bînin cem pispor em neçarin vê protokolê îmze bikin.”
 
Li girtîgehên Tirkiyeyê binpêkirinên mafan her diçin giran dibin û girtiyên nexweş ku nayên dermankirin jiyana xwe ji dest didin. Her wiha bi raporên ji aliyê ATK’ê ve tên dayîn jî biryara dikare girtî bimîne tê dayîn. Her wiha girtiyên dibin nexweşxaneyê jî destê wan kelepçekirî dibin û wisa dermankirinê ferz dikin. 
 
Ji bo îşkence û pêkanînên mafan bên astengkirin û bikevin bin qeydan li qada navneteweyî gelek peyman, qanûn, danezan û klavuz hatine amadekirin. Yek ji van jî Protokola Stenbolê ye. Protokol di navbera salên 1996-1999’an de ji 5 welatên cuda 75 pisporên tenduristî, maf û hiqûqê yên 40 rêxistin temsîl dikirin lêkolîn kirin û di encama xebata sê salan de ‘Bi Awayekî bi Bandor Lêpirsînkirina Ceza û Pêkanînên Dijmirovahiyê yên Zalimane û Îşkenceyê û Belgekirina wê’ hat amadekirin. 
 
Seroka Odeya Tabîban a Amedê Elîf Turan der barê girîngiya Protokola Stenbolê û qadên ku lê divê pêk bê de nirxandin kir.
 
‘Hekîm neçar in îşkenceyê bikin belge’
 
Elîfê da zanîn ku Protokola Stenbolê ji bo lêpîrsînek bi bandor a îşkence û raporkirina wê wek rehberekê ye û dema kes ji azadiyê bêpar bê hiştin her cureyê pêkanîna fîzîkî û psîkolojîk a polîs pêk tînin îşkence tê nirxandin. Elîfê wiha daxuyand: “ Yek ji komên pîşeyê ku ewil bi îşkenceyê re tê rû hev parêzer in. Li nexweşxaneyan jî doktor in. Di girtin û binçavkirinan de ketina girtîgehan de kes tên dermankirin. Hekîm wan dibînin. Hekîm berpirs in ku derman bikin û îşkenceyê tespît bikin bikin belge.”
 
‘Hekîm protokola Stenbolê esas digirin’
 
Elîfê bal kişand ser Protokola Stenbolê û wiha destnîşan kir: “Di danezana Tokyo de îbareya ‘hekîm nikare tevli îşkenceyê bibe, nikare tu rêbaza îşkenceyê bi kar bîne, nikare bibe alîkarê îşkenceyê’ cih digire. Wek hûn dizanin di mevzuatên neteweyî û navneteweyî de ev qedexe ye. Îşkence li tu kesî nikare bê kirin. Ji ber vê jî ji bo pêşîgirtina îşkenc û belgekirina wê Protokola Stenbolê heye. Di ketina girtîgehan de serlêdan divê esas bên girtin. Em wek hekîm li beşa lezgîn, ger kes girtî an jî hukumxwarîbe bînin cem pispor em neçarin vê protokolê îmze bikin.”
 
‘Divê di dermankirinê de kesê sêyem tunebe’
 
Elîfê destnîşan kir ku hekîm sondxwarî ne û ev tişt bi lêv kir: “Dema em dest bi pîşeyê dikin em sond dixwin. Nexweş çi sûc kiribe ev me eleqeder nake. Tiştê divê em bikin dermankirin e. Ligel vê divê kesê sêyem nekeve pêvajoya dermankirinê. Divê mahremiyeta nexweş li ber çavan bê girtin. Divê em ji serî heta jêr derman bikin. Divê em daneyan bikin belge û li çîroka nexweş guhdar bikin.”
 
‘Mafê tenduristiyê tê astengkirin’
 
Elîfê her wiha di nirxandina xwe de wiha got: “Dema kes bi kelepçeyê bînin dermankirin rast nayê kirin. Ger ligel nexweş gardiyan an jî leşker hebe divê derxin derve. Gelek caran hêzên ewlehiyê dibêjin ew ligel nexweş disekinin. Ger ku hekîm jî bixwe fikara ewlehiyê bijî wê demê daxwaza kes divê bê girtin û personelekî tenduristiyê bê dîtin. Di dema dermankirinê de tiştên bê kirin divê bê vegotin. Lê niha li girtîgehan mafê tenduristiyê tê astengkirin. Divê wezareta tenduristiyê nêrînên nexweşxane û heyetan jî baldar bigirin. Yekane merciya rayedar divê ne tenê ATK be. Dema em dinêrin ATK biryarên ne li gorî nirxên hekîmtiya gerdûnî dide. Me Protokola Stenbolê li hemû hekîman belav kir. Ger doktor di dema dermankirina nexweşan de bi pirsgirêkan re bên rû hev bila ji bîr nekin ku rêxistinên pîşeyî ligel wan e. Em her tim ji bo piştgiriya wan amade ne.”