Malbata Şenyaşar: Edalet li ku ye?

  • 13:49 3 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
RIHA - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar 574 roj in li ber edliyê didome. Her wiha derheqê Emîne Şenyaşar de bi îdiaya “heqaret” li wezîrê karên hundir Suleyman Soylu û Îbrahîm Halîl Yildiz ê AKP’î kiriye, doz hatibû vekirin û danişîn dê sibe bê dîtin. 
 
Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ji bo kujer bên girtin û darizandin, di 9’ê adara sala 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 574’an de berdewam kir. Malbat, di saetên serê sibehê de hatin pêşiya Edliyeya Rihayê û dest bi nobeta xwe kirin. Malbatê di çalakiyê de pankarta “Edalet ji bo malbata Şenyaşar, edalet ji bo her kesî” hilayîst.
 
Bi sedema axaftinên di dema nobetê de, derheqê Emîne Şenyaşar de bi îdiaya “heqaretê” 15 lêpirsînên cuda hatin destpêkirin. Ji van lêpirsînan 5 jê veguherîn dozan. Danişîna yek ji van dozan dê sibe bê dîtin. Hat îdiakirin ku di roja 85’emîn a Nobeta Edaletê (2’yê hezîrana 2021’an) de Şenyaşar ji bo Suleyman Soylu peyva “soysuz” bi kar anî ye û bi hinceta “ji ber peywira dike, heqaret li peywirdarê cemaweriyê kiriye” doz hatibû vekirin û danişîna dozê sibe tê dîtin. Doza ku di encama lêpirsîna derheqê Emîne Şenyaşar de hatiye vekirin û dosyaya bi hinceta “heqaret li Îbrahîm Halîl Yildiz” kiriye hatiye vekirin û li 2’yemîn Dadgehên Cezayên Giştî hatiye vekirin, kiribûn yek dosya. 
 
Ferît Şenyaşar ku tevî dayika xwe ev 574 roj in bênavber Nobeta Edaletê didomîne, ji bo tevlibûna danişîna doza dayika xwe bang kir. Ferît, diyar kir ku Nobeta Edaletê di bin zilmê de didomînin û wiha got: “Dayikek ev 18 meh in li pêşiya edliyeyê daxwaza edaletê dike. Du kur û hevjînê wê li nexweşxaneya dewletê hatin qetilkirin. Ambûlansa ku birîndar vediguhestin rastî êrişê hat. Ambûlansa dewletê kete halekî wisa ku naxebite. Kurekê dayikê (Fadil Şenyaşar) zêdetirî 4 sal in di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Yên ku li nexweşxaneyê komkujî kirin, yên ku sûcê li dijî mirovahiyê kirin niha di nava civakê de dijîn. Daxwaza dayikê hiqûq û edalete. Dixwaze ku kurê wê yê bi awayekî derhiqûqî hatiye girtin were berdan. Dayik, dixwaze ku têkildarî komkujiya li nexweşxaneyê darizandineke adilane çêbibe.” 
 
Ferît anî ziman ku dayika wî her roj li ber deriyê edliyeyê zemaran dike û wiha domand: “Ji ber van zemarên dayikê jî dozgeran 15 lêpirsînên cuda vekirin. Ev lêpirsîn vediguherin dozan. Ji ber zemarêke dayikê, dozger bi hûr û kûr ser fikirîne, peyvek jê girtine û bi hinceta ku ‘heqaret’ li wezîrê karên hundir û parlamenterê ku komkujî kiriye de doz vekir. Lewma dayik dê sibe derkeve pêşberî dozger. Ji bo ku ev bêedaletiye ji holê rabe, her kesê ji xwe re dibêje en insan im û xwedî wijdanim, bila sibe bên vê derê û tev li danişînê bibin. Werin bibînin bê ka dadger û dozger çiqas bêker in.”
 
 Malbatê, li ser hesaba xwe ya medyaya civakî jî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Gel a Komarê (CHP), DEVA û AKP’ê etîket kir û ev peyam parve kir: “15 lêpirsînên derheqê dayikê de hatibûn vekirin, vediguherin dozan. Dayik weke bersûc dê derkeve pêşberî dadger. Lê belê biryara nepeniyê ya li ser komkujiya di 2018’an de li nexweşxaneyê hatiye kirin hêj didome. Edalet li ku ye?”