Tevî daxwaznameya Wezareta Dadê jî Ekîm Polat nayê tedawîkirin

  • 14:03 3 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Tevî daxwaznameya wezareta dadê ya ji bo tedawîkirinê jî girtiyê nexweş Ekîm Polat nayê tedawîkirin. 
 
Girtiyê nexweş Ekîm Polat li Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê tê ragirtin. Ekîm, ji bo şert û mercên baş ên tedawiyê, di 1’ê tebaxê de dest bi greva birçîbûnê kiribû. Ji ber tansiyona bilind û pirsgirêka dil, di 10’ê îlonê de Ekîm rakiribûn nexweşxaneyê û navber dabû çalakiya xwe. Li ser vê yekê jî Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê ji bo tedawîkirina Ekîm ji girtîgehê re daxwazname şandibû. Tevî vê yekê jî şert û mercên tedawîkirinê yên Ekîm Polat nayên amadekirin. 
 
Dayika Polat, Songul Îlker jî piştî navberdayîna çalakiyê ya kurê xwe, nobeta xwe veguhest Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê. Solgul ku çalakiya xwe li Stenbolê didomîne, duh li ser telefonê Ekîm bi dayika xwe re axivî. Songul  da zanîn ku tevî daxwaznameya wezareta dadê jî şert û mercên tedawiyê nehatine amadekirin û got: “Birina Nexweşxaneya Dewletê ya Denîzliyê û Nexweşxaneya Zanîngeha Pamukkalayê lê bêyî ku tedawî bikin li girtîgehê vegerandine. Nehiştine ku li nexweşxaneyê bimîne û tedawiya wî li wir bê kirin. Ev yek, hewldana cînayetê ye. Kurê min terkî mirinê kirin. Divê zûtir bihata tedawîkirin lê dereng man. Divê raya giştî li dijî vê bertek nîşan bide û ji bo girtiyên nexweş bêdeng nemînin. Gardiyanekî gef li kurê min xwarin û jê re gotiye; ‘Tu dê neyî tedawîkirin û ji vir tenê cenazeyê dikare derkeve.’ Ez ê giliyê vî gardiyanî bikim.”