Konferansa Navneteweyî bi dirûşma ‘Şoreşa me: Azadkirina jiyanê ye’ tê lidarxistin

  • 14:13 3 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - 2'yemîn Konferansa Navneteweyî li seranserî cîhanê bi beşdariya zêdetirî 600 jinan û bi dirûşma “Şoreşa me: Azadkirina jiyanê ye” tê lidarxistin. 
 
Tora Jin Pêşeroja Xwe Dirêsin ku konferansa xwe ya ewil di sala 2018’an de li dar xistibû, dê 2’yemîn Konferansa Navneteweyî di 5 û 6’ê mijdarê de li bajarê Berlîn ê Almanyayê bi dirûşma “Şoreşa me: Azadkirina jiyanê ye” li dar bixe. Konferans dê li Enstîtûya Teknolojiyê ya Berlînê bê lidarxistin û li seranserî cîhanê zêdetirî 600 jin beşdar bibin. 
 
Di konferansê de dê ji zimanên kurdî, ingilîzî, almanî, îtalî, spanî, fransî, erebî û tirkî werger bên kirin û gelek mijarên cuda bên nîqaşkirin û komxebat bên kirin. 
  
Armanca jinên ku tên ba hev ew e ku toreke berxwedanê ya mayînde ava bikin, bibin kirdeya têkoşîna çalak û xwe bigihînin armanca “Konfederalîzma Jinan a Demokratîk a Cîhanê.” 
 
Konferans dê ji 5 rûniştinên bingehîn pêk were:
 
* Şerê Cîhanê yê Sêyemîn û parçekirina zirxê destnedanê yê serweriya mêr û dewletê
 
* Atolye
 
* Avabûn - Jiyana ku tê xwestin ne bi mûcîzeyê lê bi şoreşê dibe
 
* Vîzyona me -Azadkirina Jiyanê
 
* Peydakirina rêya xwe
 
Di rûniştina destpêkê de dê mijarên; daneheviya hêzê ya netewe dewletan û şer, dagirkerî, ekoqirin û şewba ji ber vê yekê bêne nirxandin.
 
Di karê atolyeyê de jî dê polîtîkayên tevlikirina tevgerên jinê ya li nava pergalê û rêyên rizgariyê bêne nîqaşkirin.
 
Di rûniştina sêyemîn de dê li ser bingeha "Sosyolojiya Azadiyê û Jineolojiyê" rê û rêbazên rizgariya jinê ya ji olperestî, neteweperestî û çînîtiya ji ber mejiyê baviksalar bê analîzkirin.
 
Di rûniştina çaremîn de dê ji pirsên jiyaneke çawa, çi divê bê kirin, ji ku divê bê destpêkirin, bersiv bên peydakirin.
 
Di rûniştina 5'emîn û ya dawî de jî dê ji bo pirsên "Jin, jiyan, azadî - rêxistiniyeke jinê ya di ser neteweyan re? Pêşniyara jinan a ji bo Konfederalîzma Cîhanê ya Demokratîk çi ye?" bersiv bêne peydakirin.
 
Çend ji axaftvanên konferansê ev in: 
 
“Ji Tifaqa Jinê ya Navneteweyî ya IWA (Fîlîpîn) Jovita Montes, Aktîvîstên ji tevgera jinê ya li Îranê û rojhilatê Kurdistanê, ji Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Nîlufer Koç, Feministas Abya Yala (Guatemala) Lolita Chavez, aktîvîstên rêxistina jinê ya RAWA (Efxanistan), Kavita Krishnan (Femînîst, Komeleya Jinan a Pêşverû ya Tevahiya Hindistanê-Hindistan), Ariel Salleh, sosyolog û eko-femînîst (Awûstralya), Elîf Kaya (Navenda Jineolojiyê ya Ewropayê), Genevieve, aktîvîsta aştiyê, femînîst û xêrxwaz (DYA, Îtalya), Anjila Al Maamari, (Navenda Lêkolînên Stratejîk û Piştgiriya ji bo Jin û Zarokan, Yemen), aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Denîz Abûkan, Nûnera Tevgera Jinê ya Sûdanê Nimat Kuku, sosyologa siyasetê û nivîskar Dîlar Dîrîk, Jin bi Hev re Xurt in (Women's Alliance Tirkiye) Îrem Gerkûş, Tevgera Ni Una Menos-Arjantîn Marta Dillon, Tevgera Jinên Reş a Sîstema Xweparastinê ya Bajarî ya Ra Life (DYA) Jade Daniels, Nûnera Şengalê (Şengal, Kurdistan), Hevseroka PYD'ê (Rojava, Kurdistan) Asya Abdullah, Pueblos en Camino (Kolombiya) Vilma Almendra.”