Li Qoserê meşa 'Em ber bi azadiyê ve dimeşin' tê lidarxistin

  • 14:21 3 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Di salvegera komploya navnetewî de, bi dirûşma “Em ber bi azadiyê ve dimeşin” dê li Qosera Mêrdînê meşek bê lidarxistin. Ji bo tevlîbûna meşê bang hat kirin. 
 
Di salvegera 24’emîn a komploya navnetewî ya di sala 9’ê Cotmeha 1998’an de li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xistin dewrê, ji bo meşa ku dê li navçeya Qosera Mêrdînê were lidarxistin bi daxuyaniyekê bang hate kirin. Di daxuyaniya ji aliyê endam û rêveberên navend û navçeyan ên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û endam û rêveberên Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) ve li avahiya HDP’a Qoserê hate lidarxistin de nûnerên saziyan amade bûn. 
  
Hevserokê HDP’a Qoserê Mehmet Fatîh Ozturk di daxuyanî xwend û wiha got: “Tecrîda nêzî 23 salan e li ser Birêz Abdullah Ocalan didome tu tişt li gelên Tirkiyeyê nedaye qezençkirin. Berovajiyê vê yekê gelek tişt dan windakirin. Tecrîd hem di hiqûqa navxweyî de û hem jî di peymanan de cihê xwe nîn e û demê de jî sûc e. Li dijî tecrîda bêhiqûqî tê meşandin, binpêkirinên mafan ên li zindanan û mirinên li dijî van binpêkirinan diqewimin, em gelê xwe vedixwînin meşa ku em ê bi dirûşmeya ‘Em ber bi azadiyê ve dimeşin’ ku dê di 9’ê Cotmehê de saet di 13.00’an de li Parka Mehmet Sîncar were lidarxistin.”