Doza SES’ê dest pê kir: Em ê bi hev rê têkoşînê bidomînin

  • 14:42 3 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
ENQERE - Nûnerên sendîkayan beriya danişîna Doza SES’ê daxuyaniyek da û gotin: "Em ê bi hev re têkoşînê bidomînin.”  
 
Danişîna 3'yemîn a doza derbarê 8 sendîkavanan ku Hevseroka Giştî ya Sendîkayên Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) û endamên MYK’ê di nav de hatiye vekirin li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê tê dîtin. Di çarçoveya doza hatiye vekirin de Hevserokên Giştî yên SES’ê yên berê Gonul Erden û Bedriye Yorgûn, Hevseroka Giştî ya SES’ê Selma Atabey, endamên MYK’ê yên berê Belkis Yurtsever û Fikret Çagalan, rêveberên şaxa sendikaya li Enqereyê yên beren Rona Temellî, Erdal Tûran û Ramazan Taş bi sûcdariyên “rêveberiya rêxistinê” , “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” tên darizandin. Di çarçoveya dozê de Erden û Atabey girtî tên darizandin, sendîkavanên din jî “bi şertê kontrola edlî” negirtî tên darizandin. 
 
Nûnerên sendîkayan ku beriya danişînê li ber Edliyeya Enqereyê hatin gelhev daxuyanî dan. Yekitiya Sendîkayên Cemaweriyê ya Ewropayê (UNİSON), Sendîkayên Xizmetên Cemaweriyê ya Ewropayê (EPSU), endamên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê, rojnamevan û nivîskar Huseyîn Aykol, Hevserokên KESK’ê Mehmet Bozgeyîk û Şukran Kaplan Yeşîl û gelek nûnerên sendîkayan beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji Selma Atabey û Gonul Erdenê re azadî” ku wêneyên Atabey û Erden jî li ser bû hate vekirin. 
 
Di daxuyaniya hate kirin de Hevserokê SES’ê yê Giştî Husnu Yildirim axivî û diyar kir ku darizandin bêhiqûqî ne. Husnu bi lêv kir ku têkildarî aqûbeta doza bêhiqûqî gelek tişt gotin û wiha got: “Ev doz dozeke reşkirinê ye. Hevalên me wê beraet bikin û em ê di vê oxirê de têkoşîna xwe mezintir bikin.”
  
Sekretera Jinan a Federasyona Sendîkayên Xizmetên Cemaweriyê ya Ewropayê Francoise Feng, diyar kir ku wê pêvajoyê binirxînin û wiha got: “Ez îro li ser navê sendîkayên Ewropayî ji bo piştevaniya bi we re hatim. Em bi sendîkayên din ên li Tirkiyeyê re jî di nava piştevaniyê de ne. Heke hevalên me neyên beraet kirin em ê careke din bên vê derê û pêvajoyê bişopînin. Hêvî dikim ku encam erênî bibe.”
  
Dû re Seroka Yekitiya Sendîkayên Cemaweriyê ya Ingilîzan (UNİSON) Andera Egan jî wiha got: “Ez jî bawer dikim ku em ê bi hevalan re di nava têkoşînê de bin û dozê bişopînin. Em ê bi hev re têkoşînê bidomînin.”
 
Piştî axaftinan girse ji bo danişînê temaşe bike kete edliyeyê. Danişîn bi hatina şandeya dadgehê dest pê kir.