20 girtiyên jin ên li Girtîgeha Sîncanê ji bo Jînayê pora xwe jê kirin

  • 14:52 3 Cotmeh 2022
  • Rojane
 
ENQERE - 20 girtiyên jin ên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê ji bo piştevaniya bi serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê re pora xwe jê kirin û bal kişandin ser kuştina Jîna Mahsa Amînî. 
 
Jîna Mahsa Amînî li Tehranê ji hêla hêzên rejîma Îranê ve hatibû qetilkirin. Bi qetilkirina Jînayê re di serî de li Rojhilatê Kurdistanê, li seranserî Îranê bi pêşengtiya jinan çalakî hatibûn destpêkirin û ev çalakî hêj berdewam in. Çalakiyên protestoyî sînorên Îran û rojhilatê Kurdistanê jî derbas kirin û ji Rojhilata Navîn heta Ewropayê, li gelek bajarên cuda yên cîhanê bebelav bûn. 
 
Ji bo piştevaniya bi jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê re, girtiyên jin jî dest bi jêkirina porê kir. Li Girtîgeha Bakirkoyê, di 30’ê îlonê de girtî ji bo Jînayê porê xwe jê kiribûn. 
 
Li gorî agahiyên ji parêzaran hatine girtin, 20 girtiyên jin ên li Girtîgeha Sîncanê jî bi mabesta piştevaniya bi serhildanê re pora xwe jê kirin.