Bandora çapemeniyê ya li ser civakê

  • 09:02 29 Çile 2023
  • Medya Kritîk
Aysel Işik
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rol û bandora çapmeniyê roj bi roj li ser civakê zêde dibe. Bersiva pirsa gelo ev fêdeyê an jî zirarê dide; di şerê ku li dijî jin, zarok û hemû civakê hatiye destpêkirin de pêkane mirov bibînin.
 
Bikaranîna çepemeniyê li gorî armancên şexsî diguherin. Li aliyekî çapemeniya ku dikare bibe xwedî guherînên erênî yên pêşdarazên civakî, bi nûçe, şîrove û dîmenên xwe dikare pêşdarazên civakê ji nûve hilberîne. Lê di televîzyonan de di bernameyên şev û nav rojê de, di rêzefîlman de jinan bi rolên klîşe derdixin pêş û îmaja ku jinê biçûk dixîne ya tundiyê dihewînin tên afirandin.
 
Hezkirina sexta ya çapemeniyê
 
Ev rewşa ku bi awayekî neyînî bandor li ser civakê dike, wek tundî, qetilkirinê li jin û zarokan vedigere. Bi taybet demên dawî de rêzefîlmên ji romanan tên çêkirin jinan hedef digirin û mêran dikin pozîsyona herî jor. Dema ev tê kirin jî rêbazên zayendperest yên hatine nermkirin pêk tên û carnan jî bi awayekî aşkera destdirêjî di bin navê ‘hezkirinê’ de tê pêşkêşkirin. 
 
Profîlên gumanbaran
 
Gelo çapemeniyê çima bi vî awayî bombebarana li ser civakê zêde kir? Bêguman ku demê dawî de  kaosa aborî, aloziya şer û civakê wek berhema vê bombebaranê derdikeve pêşberî me. Hema hema her roj em bi tundiyên cur bi cur yên li hember jin û zarokan dest bi rojê dikin. Profîlên dertên pêşberî me jî rêgazên tundiyên di rêzefîlman de bikartînin û ji darazê ji rewşa baş ceza kêm digirin.
 
Ji bo sûcdar ceza tune!
 
Polîtîkayên bêcezahiştinê di rojevê xwe cihê xwe digire û rojnamegerên van sûcan derdixin holê jî  ji gumanbaran zêdetir cezayên giran digirin. Herî dawî  destdirêjî li zarokek 14 salî hatibû kirin û piştre di bin parastina dewletê de winda bibû. Rojnameger Hale Gonultaş ku nûçeya vê çêkiribû, der barê wê de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Rojnamegera din ya nûçeya Weqfa Hîranur çêkiribû jî hedef hat girtin û hatibû lêpirsînkirin. Dîsa gelek malperên nûçeyan hatin astengkirin. Der barê kesên sûc kirin de jî bêdeng man. Lê li hember rojnamegeran polîtîkayên çewisandinê xistin dewrê. 
 
Refleksa civakî
 
Ji ber vê jî li dijî vê rizandina civkî ya bi argumana çapemeniyê tê kirin en tenê rojnameger divê hemû civak refleksê nîşan bidin.