Li rojhilatê Kurdistanê ji ber erdhejê 3 kesî jiyana xwe ji dest da

  • 11:30 29 Çile 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di erdheja duh bi şev li bajarê Xoy Ê Rojhilatê Kurdistanê rû da, 3 kesî jiyana xwe ji dest dan û 580 kes jî birîndar bûn.
 
Duh bi şev erdhejek bi pileya 5.9 li bajarê Xoy ê bi ser parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê rû da. Li gorî çavkaniyên nûçeyên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, di encama erdhejê de 3 kesî jiyana xwe ji dest dane. Di heman demê de li gorî daxuyaniya ji Walîtiya Urmiyeyê hat ragihandin ku 580 kes jî birîndar bûne.
 
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku  16 kes ji bo tedawiyê rêkirine nexweşxaneya Selmas, 6 kesên birîndarbûyîn jî hatine emelyatkirin û 20 kesên din jî rakirine nexweşxaneyê. Herwiha di heman daxuyaniyê de hat ragihandin ku erdheja vê carê ji erdhejên di çend hefteyên borî de rû dan ziyana wan mezintir bû û di encamê de 70 gundên herêmê zirar dîtine.
 
Hêjayî gotinê ye ku di nava meha Çileyê de ev cara duwemîne ku bajarê Xoy bi erdhejê diheje. Cara yekem di 21’ê Çileyê de erdhej pêk hatibû. Li gorî rapora Rêveberiya Gıştî ya Saziya Avahiyên Walîtiya Urmiyê, 3 hezar û 850 mal û 13 dibistan jî zerar dîtine.