Nobeda Edaletê di roja 692'yan de ye

  • 11:51 29 Çile 2023
  • Rojane
 
RIHA - Nobeda Edaletê ya Emîne û kurê wê Ferît Şenyaşar ku li ber Edliyeya Rihayê danûn destpêkirin di roja 692'yan de dewam kir.
 
Xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku bi birîndarî ji komkujiyê xelas bûbû, di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 692’yan de berdewam kir. Ji ber ku di dawiya hefteyê de edliye girtî ye, malbatê çalakî li mala xwe ya li Pirsûsê domand. 
 
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî lîsteya doz û lêpirsînên li Emîne Şenyaşar hatine vekirin parve kir û ev peyam da: “Gelek rêveberên di nava dewletê de têkoşîna dayikê mafdar dibînin. Em wisa bawer dikin ku di wijdanan de edalet pêk hatiye. Dê dewlet jî li dijî têkoşîna dayikê dê îtîbara wê îade bike. Çawa ku di nava partiyê de xîzikek kişandin ser navê parlamenter, dê tevahiya dozan jî bikevin!”