Îranê li rojnamevaneke din ceza birî

  • 12:28 29 Çile 2023
  • Rojane
 
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Zextên dewleta Îranê yên li ser rojnamevan, çalakvan û welatiyan dewam dikin. Rojnamevan Nazîla Merufyan ku bi bavê Jîna Emînî re hevpeyvîn pêkaniye, 2 sal ceza lê hate birîn.
 
Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya ku dewam dike 134 roj li pey xwe hişt. Îran ji bo dawîlêanîna serhildanê serî li hemû rê û rêbazan dide. Rojnamevan Nazîla Merufyan piştî Jîna Emînî hate qetilkirin, bi bavê Jînayê re hevpeyvîn kiribû. Piştî wê Nazîla di 30’ê Mijdara 2022’yan de ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû binçavkirin. Hate zanîn ku dadgehê 2 sal ceza li rojnamevan Nazîla biriye.
 
Li gorî agahiyan, ji bilî cezayê girtîgehê, 15 milyon pereyê Îranê jî lê hatiye birîn û qedexeya derketina derve ji bo 5 salan jî lêhatiye birîn.
 
Rojnamevan Nazîla Merufyan xelkê bajarê Seqiz ya Rojhilatê Kurdistanê ye.