Wezaretê derbarê doza H.K.G. de biryara qedexeya weşanê da

  • 15:16 29 Çile 2023
  • Hiqûq
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezaretê ji bo daneşîna doza damezrînerê Weqfa Hîranûr Yusuf Zîya Gumuşel ku keça xwe ya 6 salî H.K.G. ber bi tecawizê ve bir  û ê ku zarok pê re hat "zewicandin" Kadîr Îsteklî jê tên darizandin û dê sibe  li Edliyeya Anadoluyê bê dîtin biryara qedexeya weşanê da.
 
Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ji bo daneşîna doza damezrînerê Weqfa Hîranûr Yusuf Zîya Gumuşel ku keça xwe ya 6 salî ber bi tecawizê ve bir  û ê ku zarok pê re hat "zewicandin" Kadîr Îsteklî jê tên darizandin û dê sibe  li Edliyeya Anadoluyê bê dîtin biryara qedexeya weşanê da. Herwiha hat diyarkirin ku Saziya Tipa Edlî (ATK) ji bo H.K.G. biryara ku derûniya wê xira bûye daye.