Atolya Komeleya Wêjekarên Kurd bi dawî bû

  • 17:41 29 Çile 2023
  • Rojane
AMED - Komeleya Wêjekarên Kurd bi boneya dayîna spasnameyên ‘Atolyeya Wêjeyê’ şahiyek li dar xist. 
 
Komeleya Wêjekarên Kurd, bi boneya dayîna spasnameyên “Atolyeya Wêjeyê” li avahiya xwe ya li Rezan a Amedê şahiyek li dar xist. Di şahiyê de dengbêjên Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê bi klamên xwe beşdarvan mest kirin. Şahiya ku bi stranan dest pê kir, bi xwendina helbestan berdewam kir. Gelek nivîskar û wêjehezên kurd di şahiyê de amade bûn. 
 
Di şahiyê de Hevseroka Komeleya Wêjekarên Kurd Sultan Yaray xêrhatina û spasiya beşdarên ‘Atolyeya Wêjeyê’ û şahiyê kir.
 
Şahî, bi belavkirina spasnameyan bi dawî bû.