Lijneya Giştî ya HDK’ê bidawî bû: Yekane rastî riya azadiyê ye

  • 20:03 29 Çile 2023
  • Rojane
STENBOL - Lijneya Giştî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ya bi şîara ‘Li djî faşîzm û kedxwariyê em li meclîsên demokratîk bên gel hev’ pêk hat, bi dawî bû. Ji bo hevberdevkiya HDK’ê dîsa Esengul Demîr û Cengîz Çîçek hatin hilbijartin.
 
Esengul Demîr û Cengîz Çîçek ku weke Hevberdevkên HDK’ê hatin hilbijartin destnîşankirin ku têkoşîna Rêya Sêyemîn êdî bivê nevê ye û wiha gotin: “Qasî ku bi faşîzmê bidin windakirin pişt re berpirsyarî dikeve ser milê me ku em bingehên pergaleke demokratîk deynin.”
 
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi dirûşma “Li dijî faşîzm û kedxwariyê em li meclisên demokratîk yekitiya xwe ava bikin û bi civaka rêxistinkirî û azad jiyana nû ava bikin” li Stenbolê 12’emîn Lijneya Giştî li dar xist. Piştî nîqaşên du rojan, di Lijneya Giştî de deklerasyona dawî hate xwendin. 
 
Piştî Lijneya Giştî konserek hate lidarxistin. Di konserê de Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Hevserokên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş û Şahîn Tumuklu û Hevseroka Giştî ya Partiya Jinûve Avakirinê ya Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce amade bûn. 
 
Axaftina hevpar a Hevberdevkên HDK’ê Esengul Demîr û Cengîz Çîçek ku beriya konserê bi hezaran kesan re axivîn, wiha ye: “
 
Lêgerînên emperyalîstan ên li Rojhilata Navîn û hevrikiyên hegemonîk ên navbera dewletan bi rengekî pirrengî dewam dikin. Li gel geşedanan jî bi taybet wêraniya ku ji ber şeran pêk hatiye, berxwedana gelan didome. Gelê Filistînê bi hemû şêwazên çalakiya ku ji destê wan tê, nîşan dide ku li hemberî dagirkerî û hevkariyê stûyê xwe xwar nakin. Li Îranê îşkence û darvekirin nikarin serhildana gelan a bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' hatiye diyarkirin rawestînin. Gelê kurd li her devera welatê xwe lêgerîna azadiyê bi rengên cuda didomîne. Pêwîstiya gelên herêmê û cîhanê ku her yek ji wan li erdnîgariya xwe li ber xwe dide, ji bo avakirina bernameyeke hevpar a têkoşînê, xwe nîşan dide. Komara Demokratîk û Konfederalîzma Demokratîk, weke şêweyekî hevpar ê jiyanê ku nasname û azadiya gelan diparêze, girîng dimîne. Gel di serhildanê de ne, serketin di têkoşînê de ye.
 
Têkoşîna rêya sêyemîn êdî Jêveneger e
 
Pêkanînên sansur, qedexe, îşkence û tecrîdê yên li Tirkiyeyê û polîtîkayên şidandina faşîzmê, polîtîkayeke şer û dagirkeriyê ya bi armanca xeniqandina her destkeftiyeke kurdan li derveyî welat, tê meşandin. Heta ku meşa faşîzmê ya li hundir neyê sekinandin, polîtîkayên êrîşkar ên li derve nikarin bên pûçkirin. Ji ber vê yekê, hilbijartina ku gengaz e dê di meha gulanê de werin kirin, ji bo şikandina leza rejîma yek zilamî girîng e. Em rola ku Tifaqa Ked û Azadiyê ya ku partiya me HDP jî di nav de ye di pêvajoya hilbijartinê de pir bi nirx dibînin. Têkoşîneke Rêya Sêyem ku hilbijartinê dibîne lê karîgerîya wê bi hilbijartinê dest pê dike û bi hilbijartinê naqede êdî bivê nevê ye. Qasî ku bi faşîzmê bidin windakirin pişt re berpirsyarî dikeve ser milê me ku em bingehên pergaleke demokratîk deynin. Ji bo vê jî divê tifaqa siyasî bi tifaqên civakî were temamkirin. Ev wezîfeya heyî jî derfetan ji bo xwe naskirina HDK'ê careke din pêşkêş dike. Em rejîma yek zilamî hilweşînin û jiyana demokratîk a komunal a gelan ava bikin.
 
Bêguman em ê li dijî faşîzmê biçin ser sindoqan, dengê xwe bi kar bînin û biparêzin. Ev helwest ne tenê li dijî bêhiqûqiyan an jî jimartina hîleyan a li ser sindoqê ye. Helwesteke li dijî xespa qeyûman e. Helwesteke li dijî zîhniyeta qedexekar e ku qadan li protestoyên civakî digire. Helwestek li dijî hewldanên çapemeniya girêdayî ku çavkaniyên nûçeyên serbixwe bêdeng dike ye. Helbet em ê bibin xwedî namzet û em ê hilbijêrin. Her berxwedana karkeran, her parastina her qada jiyanê wê bibe cih û mijara siyasetê. Bijî têkoşîna me ya rêxistinbûyî ya ked, aştî û azadiyê.
 
Têkoşîna li dijî tecrîda Îmraliyê 
 
Desthilata AKP’ê û MHP’ê ku ji rewşa krîzê ya cîhan û Rojhilata Navîn cesaretê digire, serî li hewldanên destwerdana leşkerî ya herêmî dide. Bi êrîşên leşkerî û hevkariya aborî dixwaze têkoşîna azadiyê ya gelê kurd tasfiye bike û li Rojhilata Navîn û cîhanê belav bike. Ji bo desthilata xwe li ser pêyan bihêlin rêya xwe di şerê kurdan de dibîne. Serneketina hikumetê ya di vî warî de, wê were wateya bidawîbûna krediya tesfiyeyê ya kurdan a jê re hatiye dayîn. Li ser vê rastiyê ji bo derdorên ku dixwazin ji desthilata AKP’ê û MHP’ê xelas bibin, nebin amûra polîtîkaya şer û tasfiyeye ya ku li ser gelê kurd tê ferzkirin, bi taybetî tecrîda mutleq a li Îmraliyê û ji bo pûçkirina van polîtîkayên faşîst ên netewperest êdî ne tercîheke, pêdiviyek e. Ji bo vê jî têkoşîna li dijî tecrîda Îmraliyê parçeyek ji têkoşîna azadiyê ya giştî ye. Ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd em rêxistinbûna xwe ya civakî mezin bikin, em faşîzmê hilweşînin.”