Danişîna Fîgen Yuksekdag hat taloqkirin

  • 13:30 30 Îlon 2022
  • Hiqûq
 
 
AMED - Di dema qedexeya derketina kolanan de Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag û 6 parlamenteran xwestin biçin navçeyê lê hatibûn astengkirin. Derheqê Fîgen û 6 parlamenteran de bi îdiayên “Ji bo ku peywirdar karê xwe nekin li ber xwe dan”, “ji ber peywirê, heqaret li peywirdarê cemaweriyê kir” û “heqaret li serokkomar kir” doz hatibû vekirin. Danişîna dozê îro hat dîtin û şandeyê doz taloq kir.
 
Di dema qedexeya derketina kolanan a sala 2015’an a li Farqîn a Amedê de Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Berê Fîgen Yuksekdag û parlamenter Îdrîs Balûken, Çaglar Demîral, Altan Tan, Ahmet Yildirim, Ertugrul Kurkçu, Mahmet Alî Aslan û Saadet Becerîklî xwestin bikevin navçeyê lê hatibûn astengkirin. 
 
Derheqê Fîgen û 6 parlamenteran de bi îdiayên “ji bo ku peywirdar karê xwe nekin li  ber xwe dan”, “ji ber peywira dike, heqaret li peywirdarê cemaweriyê kir” û “heqaret li serokkomar kir” doz hatibû vekirin. Danişîna dozê îro li Dadgeha Cezayên Giştî ya Farqînê hat dîtin. Çaglar Demîrel di danişînê de amade bû û Îdrîs Balûken jî ji girtîgehê bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tevli danişînê bû. Dihat payîn ku Fîgen jî li ser SEGBÎS’ê beşdarî dozê bibe lê ji ber ku di heman kêliyan de danişîneke wê ya din hebû, nekarî tevli bibe. 
 
Di danişîna ku parêzerê Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan, Muhammed Aydin û parêzerê parlamenteran Serdar Çelebî tê de amade de Îdrîs Balûken parastina xwe wiha kir: “Ji ber qedexeyên derketina kolanan ên wê demê, mafên jiyan û hewandinê yên xelkê Farqînê hatibûn binpêkirin. Min û hevalên xwe yên din xwest dengê gelê Farqînê bidin bihîstin û bi wan re bin. Lewma çûn Farqînê. Ez wê demê parlamenter bûm. Di heman demê de serokwekîlê komê û endamê Şandeya Aştiyê bûm. Anku parêzbendiya min hebû. Lewma nabe ku ji ber van bûyeran bêm darizandin. Ev mijara nîqaşeke siyasî ye. Di roja bûyerê de ji bo taxên qedexeya derketina kolanan lê hatibû ragihandin tu tabela yan jî nîşaneyek nebûn. Dema ku me hewl dida ji bo mafên xwe yên di Qanûna Bingehîn de hatine mîsogerkirin dengê xwe derxînin, hêzên ewlekariyê bi tundî êriş kirin. Heta hevseroka me ya giştî Fîgen Yuksekdag ji mirinê filitî. Li dijî hêzên ewlekariyê wê rojê tu êriş nehatibûn kirin. Heke kesek bê darizandin, divê ew kes hêzên ewlekariyê bin. Ji ber ku tundiyeke zor bi kar anîn û êriş kirin.” 
 
Îdrîs, diyar kir ku ji bo ku rageşiya li hundir hinek biserûber bikin, me amirên milkî re hevdîtin kirin û wiha dom kir: "Ji mafê jiyanê heta yên, tenduristî, hewîn, ragihandin û perwerdeyê ku di Qanûna Bingehîn de hatine mîsogerkirin, wê demê hatin binpêkirin. Kesekî nedikariya derkeve derve. Zarokan nedikariyan biçin dibistanê. Malbatan nedikariyan ji pitikan re mama bistînin. Mirov, di malên xwe de hefsî bûbûn. Lewma me xwest van binpêkirinan nîşanî hemû cîhanê bidin. Qedexeya behsa xeberê, qedexeyeke bisînorkirî nebû. Li hinek deverên Amedê ev qedexe ye heta du salan dom kir. Heke ji bo çendek rojan bûya, dê me bi rêyên demokrasî û dîplomasiyê qet nebe hinek mexdûriyet derbas bikirana. Di dema tundiya hêzên ewlekariyê de ji bo ziyan negihe tu kesî, me hewl da navbeynkariyê bikin. Lê belê di îdianameyê de ev bûyer tevek hatine berevajîkirin.” 
 
 Parlamentera HDP’ê ya Berê Çaglar Demîrel jî bal kişand ser biryara binpêkirinê ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya derheqê rakirina parêzbendiya parlamenterên HDP’ê de û wiha got: “Ev pêvajo ji hêla Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ve tê şopandin. Bi biryara DMME’yê re diviyabû dosyayên têkildarî rakirina parêzbendiyê yên derheqê min de biketina. Bi vê qedexeya derketina kolanan a nediyar, gelê Farqînê gelek êş û ezyat kişand. Nexweşan nekarîn dermanan bi kar bînin. Mirovan nekarîn derkevin. Mirovan malbatên xwe nedidîtin. Weke parlamenterên herêmê diviya bû em bo wan bûbûna alîkar. Em jî derbasî Farqînê bûn da ku van mexdûriyetan bi raya giştî re parve bikin û çareseriyekê bibin pirsgirêkê. Di vê mijarê de me li Meclisê gelek caran qala mexdûriyeta kir. Me bi desthilatdariyê re nîqaş kirin lê çareseriyek nehat peydakirin. Di 12’ê mijdarê de guleya xazê li ser hevseroka me Fîgen Yuksekdag ket. Em dizanin bê ka kîjan hêzên ewlekariyê ev gule avêt. Lê belê nayê darizandin. Em tên darizandin. Xwestin wê rojê mafê me yê jiyanê ji me bistînin.” 
 
Di berdewamê de Çaglar destnîşan kir ku dema hewl didan peywendiyan bi malbatan re deynin, gule li wan hatine barandin û wiha pê de çû: “Em weke şandeyê û bi kesên nêzî wir re çûn. Di wê navberê de li ser serê me gule hatin avêtin. Di wê kêliyê de me nedît bê ka kî diavêje. Em qîriyan û me got em parlamenterin. Lê tevî vê jî avêtin. Dîmenên vê hene. Em dixwazin niha nîşanî dadgehê bidin. Piştre Qeymeqamê Farqînê bitirs hate cem me û pirsiya bê ka tiştek bi me hatiye yan na. Got; ‘hevalan ez xelet agahdar kirim.’ Lê ev ‘heval’ kî bûn hêj nehatiye zelalkirin. Li deverên qedexeya derketina kolanan hatiye ragihandin, mirov hatin kuştin. Yek ji van jî jineke bi navê Îsmet Gezîcî bû. Zarokê wê derdikeve kolanê û dema dixwaze bîne, ji hêla segvanan ve hat kuştin. Her wiha li taxa ku qedexe lê nehatibû ragihandin, welatiyê bi navê Mehmet Gunduz di encama gulebarana wesayîteke zirxî de li qehewexaneyê hat kuştin. Me plakaya wesayîta bizirx da lê nehat darizandin. Qeymeqamê Farqînê yê wê demê jî ev pêvajo ji nêz ve dişopand. Ew jî bû şahidê gotinên me. Lewma dixwazim ew jî weke şahid bê guhdarîkirin.”
 
Parêzerê Erdogan, Muhammed Aydin jî diyar kir ku giliyê wan hêj berdewam e. 
 
Piştî parastinan jî dozger axivî û xwest ku kêmaniyên di dosyayê de bên temamkirin. 
 
Dadgehê biryar da ku ferman bê nivîsandin da ku Fîgen bi rêya SEGBÎS’ê di danişîna din de amade be û Îdrîs êdî tev li danişînan nebe. Her wiha dadgehê biryar da ku ji bo îfadegirtina parlamenterên din ên bersûc bên girtin, li benda fermanên nivîskî bê sekinandin. Her wiha dadgehê ji bo daxwaza Demîrel ku digot bila qeymeqam weke şahid bê guhdarîkirin jî diyar kir ku dê ji ewil pê re hevdîtin were kirin û piştre ev daxwaz were nirxandin. Dadgehê, danişîna dozê taloqî 26’ê çileyê kir.