Di doza Mulkiye Esmez de daxwaza berfirehkirina lêpirsînê

  • 14:29 30 Îlon 2022
  • Hiqûq
 
MÊRDÎN - Di doza ku Hevşaredara Dêrikê Mulkiye Esmez bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" jê tê darizandin de,li ser daxwaza parêzer biryara berfirehkirina lêpirsînê hat dayîn.
 
11'emîn danişîna doza ku Hevşaredara navçeya Dêrikê ya Mêrdînê ya HDP'ê ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Mulkiye Esmez jê bi îdaya "enmdamtiya rêxistinê " tê darizandin li 3'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin. Danişîna ku mulkiye tevli nebû parêzerê wê Dildar Ektiren amade bû. Daneşîn piştî tespîtkirina nasnameyan hat destpêkirin.
 
Makamê îdayê mutalaya xwe ya di daneşîna berê de dubare kir û xwest ku derbarê Mulkiye ya bi îdaya "endamtiya rêxistinê" tê darizandin hata 15 salan ceza bê dayîn. 
 
Parêzer Dildar jî got ku Mulkiye ya şaredar bi dengê gel hatiye hilbijartin û dosya ji bo ku tayînkirina qeyûm bê meşrûkirin hatiye amadekirin, "şahidên nepen" yên navê wan di dosyayê de derbas dibe îfadeyên wan bi hev re di nakokiyan de ne, hinek jî xuya nakin û hat xwestin ku lêpirsîn bê berfirehkirin.
 
Dadgeha ku daxwaza lêpirsînê qebûl kir doz taloqî 22'yê kanûnê kir.