Parezerê gumanbar qetilkirin rewa kir

  • 19:14 27 Çile 2023
  • Hiqûq
ŞIRNEX – Duyemîn runiştina kujer Metîn Şengîl ê ku Mîhrîban Alturk qetil kiribû hate dîtin. Parezerê gumanbar diyar kir ku Mîhrîban bi zanebûn nehatiye kuştin û îdîa kir ku ji ber windahiya xwînê jiyana xwe ji dest daye.
 
Mîhrîban Alturk (31) a li navçeya Qilebana Şirnexê dima, di 21’ê Nîsanê de ji aliyê Metîn Şengîl ê pê re hatibû zewicandin û piştre dest ji hev berdabûn, hat qetilkirin. Dayika du zarokan  Mîhrîban bi giranî birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneyê. Piştî ku rewşa Mîhrîbanê giran bû sewkî nexweşxaneyeke din hat kirin û li heman nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Metîn Şengîl ku Mîhrîbanê qetil kir di 24’ê Nîsanê de hate girtin û ew şandin girtîgehê. 
 
Duyemîn runiştina gumanbar Metîn Şengîl li 3’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Şirnexê hat dîtin. 
 
Xizmên Mîhrîban Alturk, Tevgera Jinên Azad(TJA), Hevseroka Partiya Demokratik a Gelan(HDP) Sabuha Akdag û Komeleya Berî her Tiştê Jin û Zarokan tevli runiştinê bûn.
 
Îfadeyên bi nakok
 
Kujer Metîn Şengîl li salona dadgehê amade bû. Piştî tespîtkirina nasnameyan runiştin, bi axaftina Metîn Şengîl berdewam kir. Metîn îdia kir ku di bûyerê de nîyetek wî ya xirab tunebûye û got: “Min ji xwe zêdetir ji Mîhrîbanê hez dikir. Di çekê de 6 gule hebû. 3 guleyên rast li paş 3 guleyên din jî yên saçma bûn. Rêza guleyên ku min avêt tevlihev bûn û baş nayên bîra min.”
 
Qetîlkirinê rewa kir
 
Parezêrê kujer jî xwest cihê bûyerê jinûve were lêkolîn kirin û got: “Maktûl bi zanebûn nehatiye kuştin. Ji windayiya xwînê jiyana xwe ji dest daye. Li ser cihê bûyerê şahîd îfadeyên derew didin.”
 
‘Bersûc bûyer plankirî pêk aniye’
 
Parezera malbata Mîhrîbanê Fatmsnûr Aksoy jî destnîşan kir ku îfadeyên bersûcê hemû derew û bi nakok in û got: “Bersûc bûyerê bi plankirî çêkiriye û niha bi îfadeyên xwe yên bi nakok dixwaze ji cezayê giran xelas bibe. Bêriya bûyerê jî Mîhrîban û malbata wê gelek caran bi gefxwarinên mirinê ve rûbirû mane. Daxwaza me ew e ku divê bersûc bi cezayê herî giran were darizandin.”
 
Piştî navberek kurt şandeya dadgehê biryara xwe aşkere kir. Berdewamiya girtina Metîn Şengîlê re biryar da û ji bo ku cihê bûyerê ji nû ve were lêkolîn kirin doz taloqê 17’ê Sibatê kir.