Ji bo tevlibûna danişîna doza Ayşe Gokkan bang

  • 09:28 29 Çile 2023
  • Hiqûq
 
AMED - Jînên ku ji bo danişîna doza Ayşe Gokkan a wê sibe bê dîtin bang kirin gotin, "Ji bo ku di kesayeta Ayşe Gokkan de em li dijî polîtîkayên dijiminane ên li dijî jinan derkevin û têkoşînê mezin bikin em bang li hemû jinan dikin ku sibe bên ber Edliyeya Amedê."
 
Di doza ku Berdevka Demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê jê dihat darizandin, beşa cezayê 30 sal girtîgehê yê dadgehê bi îdaya  "bi zanebûn alîkarî daye rêxistinê" ji aliyê Dadgeha Bilind ve  hatibû betalkirin. . Danişîna ewil a beşa ku cezayê hatibû birîn hat betalkirin di 16'ê Mijdara 2022'an de li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Di danişînê de Ayşeyê daxwaza redkirina dadger dubare kir. Dadgehê ev daxwaz red kir û danişîn taloqî 18'ê Çileyê kir.
 
Ayşe ya ku di danişîna 18'ê Çile de xwest li gel tercumanek kurdî îfade bide, ji ber pirsgirêka xwe ya bihîstinê û pirsgirêka Sîstema Agahdariya Deng û Dîmen(SEGBÎS) nekarî îfade bide. Parêzerên wê ji ber pirsgirêkên ku hatin jiyîn xwestin Ayşe bînin danişînê, dadgehê biryar da ku Ayşe ji rûniştina din re amade be û danişîn taloqî 30'ê Çileyê kiribû.
 
Jinan banga tevlîbûna danişîna doza Ayşeyê ya ku dê sibê bê dîtin kirin.
 
'Bi helwesta xwe hêzê dide me'
 
Endama Lijneya Rêveber a Komeleya Jinan a Rosayê Elîf Turan, anî ziman ku Ayşe Gokkan yek ji pêşengên tevgera jinên Kurd e û diyar kir ku Ayşe demeke dirêj e ji aliyê dewleta mêr ve hatiye girtin. Elîfê got, “Em ji vê re nabêjin girtin, em dibêjin ‘rehîn hatiye girtin’. Hevala me Ayşe Gokkan bi nasnameya xwe ya kurdewarî û jin, bi sekna xwe ya li dadgehan moral û motîvasyonê dide me hemûyan. Helwesta hevala Ayşe Gokkan hêza me zêdetir dike. Weke rêxistinên jinan em ê tevli daneşîna doza wê ya ku dê di 30’ê mehê de bê dîtin bibin. Em bang li hemû rêxistinên jinan dikin ku amade bin û piştgiriyê bidin rêhevala me Ayşe Gokkan.”
 
'Ji bo hemû jinan têdikoşe'
 
Aktîvîsta mafên jinan Aklime Hanas jî bertek nîşanî girtin û gitîmayîna demdirêj ya Ayşê Gokkan da û got “Ayşe jineke kurd e, ji ber vê yekê ji aliyê dewletê ve hat girtin. Ew kesek e ku ji bo hemû jinên cîhanê, bi taybetî ji bo me têkoşînê dide ye. Werin em roja duşemê li rûniştina Ayşeyê cihê xwe bigirin."
 
'Em qanûnên sûc ên dijmin qebûl nakin'
 
Herî dawî parêzera Ayşe Gokkan Ozum Vurgun got: “Rûniştina doza ku Şaredara berê ya Nisêbînê û Berdevka Demê ya TJA’yê Ayşe Gokkan bi awayekî dijhiqûqî jê tê darizandin dê sibê bê dîtin. Ayşe Gokkan piştî betalkirina cezayê wê ji aliyê Dadgeha Bilind ne anînîn danişînê. Lê belê di danişînên berê de jî ji ber helwesta êrîşkar a serokê dadgehê ya li hemberî muwekila me Ayşe Gokkan û parêzerên me, ji aliyê me ve tu parastin nehat kirin. Tevî vê yekê jî Dadgeha Cezayê Giran ji ber zêde dayîna cezayên pereyan dosya ji dadgeha herêmî re careke din şand. Em helwesta dijhiqûqî ya dadgeha herêmî li dijî me û muwekîlê me qebûl nakin. Di şexsê Ayşe Gokkan de em jinan vedixwînin Edliyeya Amedê ku li dijî polîtîkayên dijminatiyê yên li dijî hemû jinan tê meşandin têkoşînê mezin bikin.”