Danişîna yekem a doza kiryar Ziya Gumuşel û Kadîr Îsteklî sibe tê dîtin

  • 10:11 29 Çile 2023
  • Hiqûq
 
Marta Somek
 
İSTANBUL - Endama Jin bi hev re bi Hêzin Nevruz Tugçe Ozçelîk, ji bo damezrînerê Weqfa Hîranûr Yusuf Zîya Gumuşel ku keça xwe ya 6 salî ber bi tecawizê ve bir  û ê ku zarok pê re hat "zewicandin" Kadîr Îsteklî ku wê sibe cara yekê li Edliyeya Anadoluyê danişîna doza wan bê kirin bang li hemû jinan kir ku tevli daneşînê bibin. 
 
Damezrînerê Weqfa Hîranû ku girêdayî Cemiyeta Îsmaîlaga ye Ziya Gumuşel zaroka xwe ya 6 salî .H.K.G. bi murîdê xwe  Kadîr Îsteklî re "zewicandibû" û bi vê helwesta xwe çavê xwe li tecawiza li zarokê hat kirin re girtibû. H.K.G. di sala 2020'î de gilî kiribû lê ser bûyerê hatibû giritn û di Cotmeha 2022'yan de hatibû aşkerakirin. Piştî ku bûyer derket holê li Bakurê Kurdistan û li tevahiya Tirkiyeyê jin derketin qadan û bûyera hovane şermezar kirin. Piştî bertekên ku hatin nîşandan, Kadîr Îsteklî kû Yusuf ZIya Gumuşel di 14'ê Konûna 2022'yan de hatin binçavkirin û piştre jî hatibûn girtin.
 
Danişîna ewil a dozê sibe ye
 
Danişîna dozê wê sibe saet di 09.00'An de li Edliyeya Anadolyê li 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran bê dîtin, rêxistinên jinan, ên hiqûqê û saziyên civakî jî li bendê ye ku tevli danişînê bibin. Ji van rêxistinên ku wê tevli danişîna dozê bibin yek jê jî ya Jin bi Hev re bi Hêz in e.
 
Endama Jin bi Hev re bi Hêz in Nevruz Tugçe Ozçelîk bi rêya ajansa me bang li hemû jinan kir ku tevli daneşîna dozê bibin.
 
'Ne ji rêzê ye'
 
Tugçe diyar kir ku Dê sibe danişîna doza ku damezrînerê Weqfa Hîranûr Ziya Gumuşel ê ku çavê xwe ji tecawiza zaroka xwe ya 6 salî re girt û Kadîr Îsteklî yê bi zarokê re hat zewicandin li Edliyeya Anadoluyê bê dîtin û ev tişt got, "Em wekî Jin bi Hev re bi Hêzin parçeyekî vê dozê ne. Wekî ku em dizanin qetilkirina jinan ne rasthatin e em dizanin ku zewaca zarokan jî ne rasthatine." 
 
Banga tevlibûna dozê li jinan hat kirin
 
Tugçe diyar kir ku ew ji bo welatekî ku jin û zarok lê ewle bin têkoşîêdin û wiha  got, "Em ê şopdarên vê dozê bin. Em bang li hemû jinan dikin ku di 30'ê Çileyê roja duşemê saet di 09.30 de li ber Edliyaya Anadoluyê amade bin."