Leyla Guven ji bo girtiyên nexweş nivîsî: Jiyan di ser qanûnê re ye

  • 12:14 13 Îlon 2022
  • Ji Pênûsa Jinan
 
 
“Azadiya Aysel Tugluk, Mehmet Emîn Ozkan, Ergîn Aktaş, Makbule Ozer û bi hezaran hevalên din di destê me de ye! Beşdarbûna nobet, çalakî û Gelek çalakiyên din ên ji aliyê malbatan ve tên destpêkirin gelekî girîng e.  Ev ji bo ku em bê şerm bikaribin li rûyê zarokên xwe binêrin girîng e .”
 
Leyla Guven*
 
Albert Camus dibêje: "Heke hûn dixwazin welatekî nas bikin. Binêrin li wî welatî ka mirov çawa dimirin." Eger em tenê çend mînakan bidin pirsa “Li erdnîgariya me mirov çawa dimirin” mirov dikare van mînakan bide; Dayika Taybet ya bi guleya sekvaniyê hat kuştin, mîna zarokên Silopiyayê yên ku bi şev di mala xwe de di xew de bi panzeran hatin perçiqandin, mîna gundiyên Wanê yên ji helîkopterê hatin avêtin, mîna zarokên Roboskî yên bi êrîşên hewa hawayî qetilkirin, zarok û mezinên ku bi panzeran li ber deriyê mala xwe an dema li kolanan dimeşiyan, hatin îşkencekirin û kuştin em dikarin mînak bidin, Herwiha kesên ku bi rêbazên cur bi cûr ên îşkenceyê hatin qetilkirin.  Serdest dixwazin ku em van mirinan xwezayî bibînin,. Lê ev nayê qebûlkirin û em qebûl nakin. 
 
Jiyan ji qanûnê xurtir e
 
Başe gelo kesên ku bûne sedema mirina mirovan qet hatine cezakriin? Helbet nehatine cezakirin û dijberî wê jî hatine xelatkirin. Konfuçyûs 2600 sal berê dibêje, "Dewletên zordar ji pilingan xeternaktir in." Serwerên ku xwe ji pêkanînên dijmirovî xwedî dkin, dibêjin , "Hemû ev êş dê rojekê bên jibîrkirin, ji ber vê yekê em ê xerabiyên xwe bidomînim." Ev serwer bi vê hişmendiyê li her qadê bê dudilî zilm û îşkenceya xwe didomînin. Ev zîhniyet êdî bi zanebûn û îradeya xwe her roj dibe sedem ku cenaze ji girtîgehan derkevin. Wekî din girtina girtiyên nexweş ên ku bi nexweşiya giran in û nikarin bi tena serê xwe bijîn girtina wan a di giretîgehê de bi tu awayî nayê îzahkirin. Yên ku îro ji bo domandina desthilatdariya xwe hemû qanûnan bi kar tînin, nizanin ku jiyan ji qanûnê bi hêztir e! Lê rewşa girtiyên nexweş di ser siyasetê re ye! Dema ku dor tê ser jiyana mirovan, hin peyv dikarin bêwate bibin. têgehên wekî Suc, ceza, dewet û hiqûq û qanûnê, piştî wekhevî , azadî, wicdan û têgehên ehlaqê tên. Ahlakî Îlahî ne li gorî fermanê tevgerîn e; tê wateya êşa tê kişandin kêmkirinê. 
 
Xerabî ji xwe re kirine kar
 
Di rojên borî de Bozo Yilmaz ê ku şaredarê me yê berê bû ku di girtîgehê de nexweş bû û jiyana xwe ji dest da. Malbata wê diyar kir ku  dema ew birine Saziya Tipa Edlî (ATK)  di rê de çar rojan ew birçî hiştine  û jê re gotine "Ji ber ku  pere bi te re tune ye em xarinê nadin te"   Lê hemû berpirsên wê wesayitê  dizanin ku bi xwe re hiştina pereyan li girtiyan qedexe ye. Ji ber vê yekê em ji vê re dibêjin "xirabî ji xwe re kirine kar". tehamûla wan ne ji kurdê mirî, ne yê  girtî û ne jî ji yên nexweş re heye û dijminantiya wan dikin.  Em bila kes ji me kurdan re nebêje “em hemû wek hev in” li ber qanûnê. tecrûbeyan tê dîtin ku dema kur dibin mjara gotinê, qanûnên heyî vediguherin newekheviyê. Ji ber ku  adeteke desthilatdariyê ya ku neteweperestiyê bike herdû aliyên mêzênê û li ser rûnê heye.  
 
Li kêleka wan bûyîn berpirsiyariyeke wijdanî ye
 
Helbet pirsgirêka me ne ew e ku em vê pergala faşîst a ku xerabî lê asayî bûye binirxînin. Wek hûn jî dizanin, faşîzm bi karakterê xwe monîst, neteweperest, olî, zayendperest û yên din e. Ya ku îro ji bo me girîng e, helwesta kesên ku li dijî faşîzmê li ber xwe didin e. Serpêhatiyên girtiyên di girtîgehê de ku hema hema li her bajarî hene ku em tişta tê serê wan hîs bikin e. Ez ji vê ne bawer im. Tabûtên ku ji girtîgehên girtiyên nexweş lê nehatine derxistin, divê di mejiyê wan kesên ku dibêjin ew hemû însan in û li ser maf û azadiyan disekinin, bibe sedema hêrsê! Ji ber ku girtiyên nexweş dikaribûn cara dawî malbatên xwe li derve bibînin, xwarina ku dixwestin bixwin, bêsînor li ezmanan binerin û di nav nivînên xwe de bimirin.  Ger bi milyonan kesan faks ji Wezareta Edaletê re bişandaya ji bo girtiyên nexweş bên berdan û hatibûna berdan wê îro wicdanê me rehet bûna.  Malbatên girtiyan bi salan e bi saziyên mafên mirovan re hewl didin dengê xwe bidin bihîstin. Lê belê çanda ferdperest û qirêjiya rojeva sûnî ya ku ji aliyê modernîteya kapîtalîst ve hatiye afirandin, nahêle ku ev deng were bihîstin. Em ji bîr nekin divê bê zanîn ku di vê lêgerîna mafan de bûyîna li gel kesên ku bi piranî dayik in, berpirsyariyeke wijdanî û exlaqî ye.
 
Kîjan hêz dikare li hemberî hêrsa gelan bisekine?
 
Girtiyên siyasî ne ji ber pirsgirêkên ferdî û şexsî, ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêkên civakî û siyasî dîl hatin girtin. Ji ber ku girtiyên kurd nexwestin bîra civakî ji bîr bikin, li gel hemû bêhiqûqî û bêderfetiên ku di hundir de jiyan, tu carî fikrên xwe teslîmî desthilatdariyê nekirin. Ji ber vê sedemê, ew bi pêkanînên dijmirovî re rûbirû dimînin û jiyana xwe ji dest didin.  Pêwiste li gel van hemû pêkanînan em weke gel hêza xwe bikin yek. Kîjan hêz dikare li hemberî herêsa gelal xwe rabigire? Tenê bila em werin cem hev û deng û gotinên xwe bikin yek.
 
Azadî di destê me de ye
 
Helbestvanê Fransî dibêje: "Birînên min beriya min jî hebûn, ez ji dayik bûme ku wan li ser laşê xwe hilgirim." Girtiyên nexweş bi hêviya di dilê xwe de birînên xwe dipêçin û tevî zilmê jî dibişirîn. Azadiya Aysel Tugluk, Mehmet Emîn Ozkan, Ergîn Aktaş, Makbule Ozer û bi hezaran hevalên me di destê me de ye! Beşdarbûna nobet û çalakî û çalakiyên din ên ji aliyê malbatan ve tên destpêkirin gelekî girîng in. Divê em di refên herî pêş ên van çalakiyan de bin. Divê em bi têgihîştina “eger ez beşdar nebim wê ne temam be” tevbigerin. Ji bo ku em bê şerm li rûyê zarokên xwe binêrin divê em vê bikin. Ji bo ku em di nava civakê de serbilind bikaribin bimeşin. Bi vê yekê hêza gel nîşanî zîhniyeta faşîst  bidin. Divê tu kes ji vê helwesta pir mirovî û wijdanî dûr nekeve. Her hevalê ku li derve were dermankirin û tenduristiya xwe bi dest bixe, wê bibe destkeftiya vê hewldanê. Werin em hemû qîrîna malbatên girtiyên nexweş parve bikin. Şoreşgertî, welatparêzî vê hewce dike.
 
* Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven - Girtîgeha Jinan a Xerpêtê.