Serhildana ji tayek por vejiya

  • 09:04 31 Cotmeh 2022
  • Ji Pênûsa Jinan
 
"Serhildana li Îranê li bajarên Kurdan hat jiyîn nîşaneya ku şoreşa jinan a Rojava îlham daye têkoşîna jinan e. Bandora şoreşa jinên Rojava li her qadê hat hîskirin û fikra ku rêbazek din jiyanek din pêkan e vedijî.”
 
Zelal Bîlgîn
 
Jîna Emînî êdî sînorê me sembola me ye. Hûn dibihîzin? Hûn hîs dikin, serhildana ‘jin jiyana azadî’…
 
Em tenê nabihîzin dengê wê di mêjiyên xwe de hîs dikin. Çi bû dîsa? Em dîsa dibêjin her roj tiştek dibe. Dîsa ya dibe bi jinan dibe. Bi awayekî sîstematîk li hember destkeftî, maf û azadiya jinan êrîşek mezin heye. Ev êrîş wek qirkirina zayendê tê venasîn. Ji ber kapîtalîst, serdet, emperyal jinan qetil dikin, qada jiyana wan teng dike û binpê dike. 
 
Herî dawî li Îranê  cînayet hat jiyîn û bi pêşengiya jinan ev veguherî serhildanê, li her welatî bandor kir û îtîrazên jinan bilind bûn. Jinek ji nav me hat girtin lê wisa bêdeng nebû. Wisa xuyaye wê ji vir şûnde jî wisa bêdeng nebe. Jin bi biryar û bêyî tirs pergalê dihejînin. Wisa xuyaye ku jin destkeftiyên xwe yên ku kedek mezin danê ji rejîman re nahêlin. Ev hevok bêguman çavkaniya xwe ji Jîna Emînî digirin.
 
Berxwedana jinan a li dijî rejîmê
 
Jîna tê wateya jiyanê, lê jiyana Jîna jê girtin. Niha jiyana Jîna ya ji dest hat girtin di her tayê porê jinê de zindî dibe. Çawa?Jîna Emînî ya 22 salî ya di 13’ê îlonê de ji bo betlanê çû Tehranê bi hinceta rêbazên cil û bergan pêk neaniye hat binçavkirin û li nexweşaneyê jiyana xwe ji dets da. Jîna ji aliyê polîsên axlaqê ve bi îşkenceyê hat qetikirin. Ne tenê şîdet, kirina îşkenceyê û qutkirina ji jiyanê. Tayê porê Jîna ku hat dîtin bû qêrîn û serhildanan jinan. Jin û ciwanan li dijî rejîma paşverû ya molla serî hildan. Di 1979’an de piştî Komara Îslamî bû desthilatdar, sergirtin li jinan ferz kirin û nehiştin jin servekirî bikevin dibistan û avahiyên dewletê. Yên serê xwe negirtin asît avêtin rûyê wan. Li gorî qanûnan servekirî derkevin derve cezayê pere, 70 kamçî, heta 60 rojî cezayê girtîgehê heye. Dema jin serê xwe negirin jî mafê wan ê perwerde û xebatê tê rakirin.
 
Porê Jîna bû serhildan
 
Jinên êrîşa li hember jiyana xwe qebûl nekirin, xwe rêxistin kirin kampanya pêk anîn. Ev kampanya di 12’ê Tîrmehê Roja îfet û tesetura neteweyî ya Îranê de li ser çapemeniya civakî bû rojev û jinan serî hildan. Jin û ciwanan li dijî rejîma molla bêyî tirs, mirin dan ber çavan û ketin serhildanê. Piştî ku Jîna hat qetilkirin şûnde jinan porên xwe jê kirin û ev xwe digihîne kevneşopiya ku heta Şahnameya Fîrdevsî ya dîroka Îranê. Jin dema ku hêza azadî û hêza ku rabe ser piyan nebînin wek serhildanekê porê xwe jê dikin. Ev teşeyê redkirinê ye. Tayê porê Jîna bû qêrîn û serhildana hemû jinan. Bêguman ev ne serhildana yekem a jinên Îranê ye.
 
Tevgera serhildanê ya jinan
 
Li Îranê piştî îslamiyan dewlet girtin dest şûnde rejîma molla ya oldar ava kirin û hemû mafê mirovan veguhertin kabusê. Di 1979’an de piştî Şoreşa Îslamî ya Îranê pêk hat şûnde di 1980’ê de bi armanca muxalefeta civakî binpê bikin, şerê Îran- Iraqê hat bikaranîn û di 2009’an de jî Tevgera Kesk ku bi sedan kesî jiyana xwe ji dest da, Mîda Aga Sultanî hat qetilkirin, di 2019’an de jî Kasima bi Xwîn ya ku b1500 Îranî hatin qetikirin, di 2021’ê de serhildana Susamişan û di 2022’an de jî Beroşa Vala, qetiklirina Jîna, di van bûyeran de serhildan pêk hatin. Rejîma Molla li dijî van serhildanan her tim çewisandin û xwînrijandin tercîh kir. Di 2009’an de bi bûyera Kasima bi Xwîn de hezar û 500 Îranî ji aliyê segvanan ve hatin qetil kirin. Çalakiyên Beroşa Vala ya di mehên bihara 2022’yan de hat destpêkirin jî  heta 16’ê îlonê ku Jîna hat qetilkirin didomiya.
 
Hêzên çewisandina civakî
 
Hîmê rejîma mola ya ewil di 1979’an de ya dawî jî di 2005’an de wek polîsên axlaqê an jî Dewriya Îrşad hat avakirin. Ev hêz ji bo jiyana rojane kontrol bikin gel biçewisînin hat avakirin. Di 2005’an de ev hêzên di bin serokomariya Mahmud Ahmedînejad de hatin avakirin, di emniyetê de di teşkîlatek taybet de cih digirin. Ev kesên ku cil û bergên wan ne li gorî îslamê kontrol dikin. Mudaxaleyê terza jiyana rojane dikin.
 
Tirkiye Îran dişibin hev
 
Em ne biyaniyê vê ne em vê baş nas dikin. Li Başûr derket pêşberî me. Endama Navenda Lêkolîna Jîneolojiyê edîtora kovara Jîneolojiyê Nagîhan Akarsel li bajarê Silêmaniyê ya Herêma Federal a Kurdsitanê li ber mala wê hat qetilkirin. Nagîhan li Silêmaniyê dijiya, ji bo avakirina Akademiya Jîneolojî û Pirtûkxana Jinan a Kurdistanê xebat dimeşand. Dîsa destên qirêj ên em nas dikin Nagîhan ji jiyanê qut kirin. Bi îdeolojiyeke faşîst, oldar, yekparêz Sara, Nagîhan qetil kirin û bi vê dixwazin têkşîna jinê bifetisînin. Di sûîkasta Nagîhanê de hemû tespît Tirkiyeyê nîşan didin. Ev jî nîşan dide ku Tirkiye û Îran çiqas dişibin hev.
 
Ya ewil Talîban nas kir Tirkiye bû
 
Em bi rojane bi derfetên sînor jinên Îranê dişopînin. Em li dervebûna jî me yê dîsa bi derfetên sînor bişopanda. Rejîma molla bi alavên ragihandina civakî astengiyan dikin û nahêle weşaneke biyanî nûçeyan çêbike. Ji ber vê jî tiştên tên jiyîn em ê piştî bidawîbûna serhildanê fêr bikin. Em bêdengiya AKP’ê ya li dijî van çalakiyên Îranê ji rojnameyan dixwînin. Hema Efganîstan tê hişê me. Di demek nêz de Talîban dîsa rêveberiya Afgan desteser kir. Salek serde derbas bû. Di 15’ê Tebaxa 2021’ê de Talîban Kabîl dorpêç kir. Di 20’ê Tebaxê de DYA ji Efganîstanê vekişiya. Welat teslîmê Talîban kir. Tirkiyeya ku qêrîna jin û zarokan nebihîst, tişta ewil hat hişê wan rêveberiya Balafirgeha Kabîlê bû. Piştre jî welatê ku ewil rêveberiya Talîban qebûl kir Tirkiye bû.
 
Çend pratîkên ji wan…
 
DYA’yê di 2001’ê de Efganîsan girt û zindibûna tirsa jinên Efganîstanê ya dema beriya wê hebû.  AKP  bi Talîban re cudahiya baweriyê nabîne. Piştre ji bo kesên ku welat terk kirin got ‘suplî’ û ji bo kesên tevli berxwedana Gezî bûbûn digot ‘surtuk, rizandî’, terza jiyana jinan, cil û bergên wan hedef hat girtin. Amadekirina mufredatek zayendperest mîlyonek û nîv zarokên keç ji dibistanê qut kirin. Ya herî girîng jî Tirkiyeyê bi feshkirina Peymana Stenbolê  hemû qanûn li gorî normên siyasî teşe dike. Divê em di vî alî de balê bikşînin ser pratîkên AKP’ê.
 
Jin dest jê bernadin
 
Bi kampanya û tehîdên kîndar, paşverû û oldar konser, mîhrîcan û şano tên betalkirin, mudaxaleyî terza jiyanê dikin. Ev êrîşên bi awayekî sîstematîk tên kirin, di hedefa wan hemûyan de jin, aliyên çep-sosyalîst û  civak heye. Di mehên biharê de bi sererastkirineke qanûnî  gotin  wê notirvan bikevin malên jinên ku tenê dijîn. Tevî hemû êrîşan jin dest ji têkoşîn û nirxên xwe bernadin.
 
Şoreşa jinan a Rojava
 
Ji Îranê heta Iraqê ji Iraqê heta Afganîstanê ji Efganîstanê heta Tirkiyeyê rêveberiyên netewperest, faşîst, oldar, paşverû mijara gotinê ne. Li dijî van rejîman her tim têkoşîna jinê ya rêxistinkirî hebû. Jinan mirin, îşkence girtin dan ber çavan û pêşengî kirin. Tu car xwe nedan alî. Li Îranê li dijî rejîma molla, li Başûr li dijî rêveberiya herêmî li Efganîstanê li dijî Talîban li Tirkiyeyê li dijî AKP-MHP’ê jin di eniya pêş de têdikoşin. Serhildana li Îranê li bajarên Kurdan hat jiyîn û ev jî nîşaneya ku şoreşa jinan a Rojava îlham daye têkoşîna jinan. Bandora şoreşa jinên Rojava li her qadê hat hîskirin û fikra ku rêbazek din jiyanek din pêkan e vedijî.
 
Niha tam dema wê ye
 
Ji bo em bibin dengê jinên Îranê yên ku serî hildane divê em hîn bêtir xurt xwedî lê derkevin. Ji ber vê em bi dirûşma ‘jin jiyan azad’ bimeşin şoreşa jinê, niha tam dema wê ye.
 
*Girtîgeha Jinan a Amedê…