Rojnamegerî wê ji rastiyan tawîzê nede

  • 09:04 29 Mijdar 2022
  • Ji Pênûsa Jinan
 
“Peywira herî girîng a rojnamegeriyê, rast agahdarkirina civakê ye. Ji rastiyan tawîz nedayîn e. Li gorî rêbazên desthilatdariyê diyar kirine an jî di wê çarçoveyê de nanivîse. Ger vê bike wê ji desthilatdariyê re xizmetê bike. Wê li hember civakê jî berpirsyariya xwe neyne cih.”
 
Safiye Alagaş
 
Mirov zindiyên difikir e. taybetiya herî mezin a mirovan fikrandin e. Zanyar fikrên xwe dikin pratîkê an jî tînin ziman. Em civakê cîhanê bifikirin, fikrên xwe xistine pratîkê û pêş ketine. Fikrên mirovahiyê enerjiyek herikbarin. Dema ev enerjî bê rawestîn, teqînek tê jiyîn an jî yên hember xwe dipelçiqîne û derbas dike. Carnan bi demê re diherike û cihê xwe dibîne. Carnan jî peş nakeve, di carekê de diteqe û dertê holê. Carnan kesek fikra civakê tîne ziman carnan jî civakek di heman demê de fikrekê diqîre. Bi vi awayî jî herikbariya dîrokî ya serdestan diguhere.
 
Fikr herikbar e
 
Di dîrokê de serdest, desthilatdarî gelek caran hewl dane pêşî li fikr û ramanê bigirin. Desthilatdarî ji bo bekayên xwe, fikrên mirovan, lêpirsînkirin asteng kirine û pirtûk tune kirine, huner qedexe kirine, axaftin qedexe kirine. Lê tevî hemû qedexeyan nikaribûn pêşî li fikr û ramanê bigirin. Civakan hemû astengî serobino kirine û hebûna xwe berdewam kirine. Herikbariya fikrê hemû qedexe têk birine û riya xwe domandiye. Ji ber enerjiya fikrê enerjiyeke ku di cihê xwe de nasekine ye.
 
Di sedsala 21’ê de jî hewldanên astengkirina fikrê berdewam kirine, desthilatdariyan bi rêbaz û hincetan hewl daye pêşî li fikrê bigirin. Em jî li Tirkiyeyê nesîbên xwe ji vê zîhniyetê digirin. Ya rast çend sale xwe di romana 1984’an a George Orwell de hîs dikim. Ez? Ez di romana 1984’an de me. An jî karekterên wê romanê derketine û jiyana me dagir kirine? Ez nizanim.. Li Tirkiyeyê neçîra fikr û ramanê destpêkiriye.  Helal be ji kesên ku vê bidin sekinandin re!
 
Ewil rojnameger piştre civak….
 
Bêguman ewil rojnameger hatin girtin. Girtin, binçavkirin, sansur her roj tên jiyîn. Em rojnamegerên Kurd yên ji kevneşopiya çapemeniya azad tên, tên girtin sansurkirin. Li Tirkiyeyê yên tên desthilatdariyê polîtîkayek wan a çewisandinê ya li hember rojnamegeran her tim heye. Mixabin çapemeniya Tirkiyeyê polîtîkayên çewisandin û sansurê yên li ser rojnamegerên ‘Kurd’ jinedîtîve hatin û carna jî qet nedîtin. Tevî her tiştî rojnameger û ronakbîrên civakê fikrên xwe bi awayekî azad dikaribûn bînin ziman. Azadiya fikr û ramanê kêm be jî di qanûnan de watedar û nirx e. Em rojnamegerên Kurd hema bêje sedsale li dijî sansurê têdikoşin. Me wek çapemeniya azad gelek bedel dan. Lê desthilatdariya niha polîtîkayek taybet li hember azadiya çapemeniyê dimeşîne. Desthilatdarî 20 sale li dijî saziyên çapemeniyê di êrîşê de ye.Polîtîkayeke ku her tim qada rojnamegeran teng dike, dişopîne. Di 2016’an de polîtîkayên xwe yên di vê mijarê de hîn bêtir giran kirin.  Yên ku dikaribûn bîne gel xwe anî yên ku bi sernexist jî bi riya KHK’ê girt, asteng kir, sansur kir. Polîtîka desthilatdariyê nav rojnamegeran de jî bû sedema globalbûnê. Polîtîka desthilatdariyê mixabin heta qadan bi bandor bû. Ferasetek çapemeniyê ya du alî derket holê. Yên ligel desthilatdariyê yên ji dervê desthilatdariyê.  Nûçegîhan li derve hatin asta ku nekevin piştevaniyê. Bi salan min nûçegîhanî kir, çend sale me ferz kir ku em bi hevalên xwe re ne di piştevaniyê de ne. Ev bandora polîtîka desthilatdariyê ya li ser qadê ye. Ev rewş di alî rojnamegeriyê de gelek nebaş e…
 
Hinceta qanûnî amade ye
 
Bi salane bi rêbazên cuda hewl tê dayîn rojnameger bên bêdengkirin. Tevî hemû polîtîkayan rojnameger bêdeng neman, bêdeng manînin û dengê xwe bi civakê re bilind dikin. Vê carê desthilatdariyê berê xwe da civakê. Bi hinceta parvekirinên çapemeniya civakî binçavkirin, girtin û cezakirinan destpê kir. Her çiqas hincetek qanûnî danîn pêş jî, em dizanin ku ev ne hiqûqî ne. Ev demek dirêje ewil didin ji sansurê re qilifekî qanûnî bibînin. Desthilatdarî ji bo van êrîşan di çarçoveyek qanûnî de pêşkêş bike qanûna sansurê xist jiyanê. Ez ji vê re dibêjim ‘qanûna derbyakirina civakê’. Ev qanûna sansurkirina mafê fikr û azadî û mafê girtina nûçeyane.
 
Peywira me nedayîna tawîzê ye
 
Peywira herî girîng a rojnamegeriyê, rast agahdarkirina civakê ye. Ji rastiyan tawîz nedayîne. Li gorî rêbazên desthilatdariyê diyar kirine an jî çarçoveyê de nanivîse. Ger vê bike wê ji desthilatdariyê re xizmetê bike. Wê li hember civakê jî berpirsyariya xwe neyne cih. Ev jî li dijî ahlaqê rojnamegeriyê ye. Ya rast li dijî xweza mirovahiyê ye. Li dijî mafê mirovane. Ji ber vê ev qanûn êrîşa li dijî zîhn e. Ev hewldana ji fikr û ramanê bêpar hiştinê ye. Desthilatdarî bi qanûna sansurê dixwaze refleksa herî xwezayî ya mirovahiyê bikuje. Ji bo zîhniyeta xwe bicihbike divê fikr û ramanên mirovan sansur bikin. Ya rast ji bo vê hewldanek cidî dide.
 
Lê tevî hemû hewldanan wê bi vê qanûnê tiştên dixwaze bidest nexe. Her wiha li yek tîp fikr û ramanê ferzkirin wê bixwe re kaosê bîne. Di serî de em rojnameger, em vê qanûNê bi tu awayî qebûl nakin. Di çarçoveya qanûnî de pêşkêşkirin nayê wateya ku ev raste. Ya rast dengê wijdanê ye. Ahlaqê civakiye. Em jî bêguman wê dengê wijdana xwe esas bigirin. Ji bo rastî bigihêjin gel me rojnamegeran gelek bedel da û em hîna jî didin. Bi vê qanûnê nikarin dengê wijdana me bêdeng bikin.
 
Herikbariya fikrê qanûna sansurê ji holê radike
 
Qanûna sansurê ewil bandorek cidî li sre civakê dike. Civak naxwaze fikrên wan bên piştperdekirin. Ger ku hewl bidin pêşî li fikr û ramanê bigirin, wê fikr ji xwe re riyek din bibîne û astengiyan ji holê rake. Herikbariya fikrê qanûnê tune dike.
 
Tu qanûn ji azadiya fik rû ramanê ku mafê herî xwezayî ye, ne bi nirxtir e. Ez ji hêz û bandora fikrê bawer dikim.  Wê astengiyan nas nake û bê ziman. Wijdan wê qanûnan ji holê rake. Wekê ku mamoste Şebnem (Korur Fîncanci) qanûna sansurê derbas kir û çû. Ji ber vê jî ev qanûna sansurê wê di pêvajoya pêş de xwe  li lingên desthilatdariyê bipêçe. Em ê bipên û bi hev re bibînin.