Li ser têkiliya huner, civak û jinê cerebandinek

  • 09:02 30 Mijdar 2022
  • Ji Pênûsa Jinan
“Roj bê wê jinên penaber hunera xwe bibin ser sahneya dîrokê û wekê tola xwe ji demên ku zîhniyeta mêr serdestbû bigire, wê hilberên xurt bike.”
 
Neşe Toprak
 
“Huner di esasê de erêkirina jiyanê ye, pîrozkirina jiyanê ye. Erêkirina hebûna mirovahiyê, pîrozkirin û xwendavendkirine” Nietzsche
 
Huner, bi derketina mirovahiyê re peşketiye û zindî bûye. Bi mirov, jiyan û xwezayê re bû, huner di xwezaya xwe de parçeyek jiyanê ye. Hunera ku parçeyê jiyanê ye, piştî salên dirêj şûnde navê ‘hunerê’ girtiye. Em hunera wênexêziyê bigirin dest, destpêkê de Beriya Zayînê di navbera salên 19.000-10.000’an de mirovên ewil li dîwarên şikeftan wêneyên sewalan xêz kirin û bi vî awayî bawer dikirin ku hêza sewalên ku xêz dikin derbasî wan dibe. Her çiqas xêz ji bo hunerê neyên kirin jî piştî salên dirêj ev wêne wek destpêka hunerê wê bihata destgirtin. Ev jî nîşan dide ku huner di xweza xwe de parçeyek jiyanê ye.
 
Huner û civak
 
Bi pêşketin û zêdebûna civakan re huner bû parçeyeke girîng ya jiyanê û  huner jî li gorî zêdebûn û pêşketinan, pêşketin nîşan daye. Her civak ji ber çand û şaristaniyek wê heye, hunera wan jî di vê esasê de diguhere. Dema mirov li form û teşeyên berhemên hunerên civakan dinêrin, teşeyê jiyan, çand, bawerî û îdeolojiya wê civakê nîşan dide. Ev jî nîşan dide ku huner ji civakê serbixwe nîne. Tişta ku hunerê dike huner, bi zimanê esasê yê jiyana civakê îfadekirine. 
 
Rîlke dibêje “Huner hêzê kêm nake, zêde dike. Ev ne tenê di şexsê hunermend de; di esasa civakê de jî derbas dibe. Hunera ku hêza xwe ji jiyanê nagire, hunera têkçûnê ye.” Bi vê gotinê em dibînin ku têkliya huner, jiyan û civakê ya bi hev re çiqas girîng e.
 
Têkiliya huner û jinê
 
Dema em li dîrokê dinêrin jin di xweza xwe de hunermende, hilberînere, jîr e. Di berhemên dîrokî yên îro ji kolandinên arkeolojîk tê dîtin, em vê baş dibînin. Profîla jina hunermend-hilberîner ya dema Neololîtîk, di dema avabûna netew-dewlet û serdestiya zîhniyeta mêr de hewl hatiye dayîn ku bê tunekirin. Wek her qada jiyanê em dibînin ku jinê ji qada hunerê jî bêpar dihêlin. Jin ji hunera ku yek ji parçeyê jiyan û civakê ye dûr hatiye xistin û pêşî li jinan hatiye girtin ku hunerê nekin. Bi vî awayî huner û jîrbûna jinê tune hatiye hesibandin. Ji ber wek her tiştî, huner jî wek karê mêran hatiye empozekirin. Lê her çiqas jin bên astengkirin jî, hunera wan winda nebûye, bi awayekî veşarî hatiye jiyîn û pêşketin.
 
Jin wê tola xwe bi hunerê bigirin
 
Roj bê wê jinên penaber hunera xwe bibin ser sahneya dîrokê û wekê tola xwe ji demên ku zîhniyeta mêr serdestbû bigire, wê hilberên xurt bike. Wênesaza jin Artemîsîa Gentîleschî ya mohra xwe li dîrokê daye û di encama têkoşînên mezin de navê xwe bi tîpên zêrîn li dîroka hunerê nivîsî, di sedsala 15’an de li Îtalyayê di atolya bavê xwe yê wênesaz de  xwe pêş xistiye û profîla jina hunermend bi zîhniyeta mêr daye qebûlkirin û yekemîn jina wênesaz ya ketiye akademiya wênesaziyê. Di berhemên xwe de hêz, hest, xeyalên xurt yên jinê daye nîşandan, li dijî rolên zayenda civakî serî hildaye û bi nasnameya jinê ya têkoşer xwe daye qebûlkirin. Ji bo jinên hunermend yên piştî xwe jî bûye îlham, di hunerê de pêşiya jinê vekiriye.
 
Mîrateya hunermendên têkoşer dijî
 
Di gelek qadên hunerê de jinên hunermend, mîrateya jinên têkoşer yên di dîrokê de girtine û bi maf û azadiyan hilberandin kirine û hatine heta vê rojê. Bi nasnameya hunermendên jin yên têkoşer re ji bo hunermendên jin yên îro bûne îlham û meşaleya wan nifş bi nifş dewr hatiye girtin.
 
Di encamê de di hunera rojame ya îro de hunermendên jin di hemû qadên hunerê de hildiberînin, xwe pêş dixînin. Di sînema, muzîk, wêne, şanoyê de hunermendên jin bi reng, hêz, nêrîna jinê xebatên xwe dimeşînin û çanda civaka xwe, êşên wan bi zimanê hunerê tînin ziman. Hilberînên xwe didomînin.
 
*Wênesaz, rojnameger (Girtîgeha Jinan a Amedê)